Heyeta ku ji Serokê Baroya Duhokê Enes Doskî, Şêwirmendê Şaredariya Duhokê Îsmaîl Mustafa, Şaredarê Zaxoyê Muhsin Taha, Serokê Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Duhokê Celal Naif, endamên baroya Amediye, Simelê û Duhokê û endamên meclîsa şaredariyê di çarçoveya alîkariyê de Şaredariya Wanê ziyaret kirin. Heyeta Duhokê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya li meskenê wî ziyaret kir û piştgiriya xwe anîn ziman. Di ziyaretê de li ser navê heyetê Serokê Baroya Duhokê Enes Doskî, diyar kir ku ji bo ew piştevanî û piştgiriya xwe ya bi gelê Wanê re bînin ziman hatin Wanê û êşa gelê wanê wekî êşa xwe dibînin. Doski, anî ziman ku erdheja li Wanê bi her alî ew xemgîn kirin û wiha got: "Em tenê bi erdnîgariyê ne nêzî hev in. Em di heman demê de di aliyê netew, çand, bawerî û gelek qadên jiyanê de nêzî hevin. Ji ber vê yekê em êşa erdhejê ji dil hîs dikin û parve dikin. Ji ber vê êşê me cejn pîroz nekir. Ji ber ku em bira ne û êşa me yek e."

Kaya: Hestê piştevaniyê hêzê dide me

Dozkî, da zanîn ku hemû gelê kurd bi vê redhejê xemgîn bûne û wiha got: "Erdheja Wanê di aliyê hest de di heman demê de gelê Duhok, Silêmanî û hemû bajarê me yên din jî hejand. Em pir xemgîn in. Em her roj ji xwedê dixwazin ku mirovên van bajarên me biparêze. Pişt re Şaredarê Wanê Bekîr kaya jî ji ber ziyareta heyetê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Piştî vê erdhejê em bi vê piştgiriya gelêxwe li ser piyan in. Vê alîkarî û piştevaniyê hêzek gelek mezin da me. Me dît ku em ne tenê ne. Em li ser navê hemû gelê xwe spasiya xwe ji were tînin ziman."

DÎHA/WAN