Êla El-Bûesaf xwarina firavîna ji koçberên ku ji  bajarê Reqqayê hatine û li kampa Ên Îsa bi cih bûne re çêkir. Hejmara koçberên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê malên xwe terik dikin û koçber dibin roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara koçberên Reqqayê yên hatine Girê Spî 35 hezar koçber derbas kiriye. Derfetên komîteya Kar û barên Koçberan têrê nake ku pêwîstiyên koçberan pêk bînin. Ji ber vê yekê şêniyên Girê sipî yên ji  hemû êl û pêkhateyan hewl didin bi hemû rengan alîkariya koçberan  bikin.   

Di vê çarçoveyê de Êla Elbûesaf li gundê El-Baciliya ya ku dikeve 15 kîlometreyan başûrê Girê Spî ji koçberên ku li kampa Ên Îsa dimîn re xwarina firavînê çêkirin.

Têkildarî mijarê Şêxê Ebûesaf Ibêd Xelef El-Hesan, diyarkir ku wan bi boneya xelasbûna gel ji DAIŞ’ê ev xwarin amede kirine. El-Hesan  da zanîn ku pêdiviya koçberan bi alîkarian heye û bang li li êlên Girê Spî kir ku alîkariya koçberan bikin. Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Hemden Elebid spasiya êla El-bûesaf kir û got ku gelê herêmê ji ber terora DAIŞ’ê ketiye rewşeke zor û zehmet. 


 ANHA/GIRÊ SIPÎ