Sekreterê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşiyan û Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul daxuyanî xwend. Di civînê de Nûnerên saziyên Elewî Huseyin Yildirim, Adnan Ozdemir û Kazim Karakoç amade bûn. Serokê PSAKD'ê Kemal Bulbul, diyar kir ku felsefeya Elewiyan mirovane, wekhev û xwezayê diparêze û wiha got: "Ger ku em xwedî baweriyek wisa bin, wê demê divê em di navenda pratîka vê pêvajoyê de cih bigirin. Bulbul, anî ziman ku dê her tim aştiya civakî biparêzin û Elewî her tim li dijî pêvajoyê degnê xwe bilind bikin û wiha got: "Elewî di dîrokê de her tim rastî înkar, kuştin asimilasyon û polîtîkayên cudakirinê hatin. Em polîtîkayên dirû yên li hemberî Elewiyan şermezar dikin. Em bi gotina Pir Sultan a "Şerm e, guhen e eybe" dibêjin el dê bi çalak tev li vê pêvajoya aştiyê de cih bigirin û di navenda wê de çalak tev bigerin."
Banga têkoşînê
Serokê PSAKD'ê Kemal Bulbul destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi makeqanûnek demokratîk û nû heye û divê ev makeqanûn mafê hemû kesan biparêze. Bulbul, xwest ji bingehîn de feraset bê guhertin û daxwazên gelê Kurd yên demokratîk û nasnameyê tev bên naskirin û bên parastin û wiha axivî: "Divê nasname û baweriya Elewiyên rastî komkujiyê hatin naskirin û Elewî karibin azad îbadeta xwe pêk bînin. Em bang li saziyên Elewiyan jî dikin û dixwazin tev di bin baneyekî de li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyanek adîlane û wekhev têkoşînê bidin. "
DÎHA/AMED