Li Pirsûsê ji bo welatiyên ji Kobanê hatine, nêzî 4 mehan bi ruhê seferberiyê xebat tên kirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava ya ji bo welatiyên Kobanê koçber bûne û hatine Pirsûsê xebatên xwe didomîne. Alîkariyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê tên bi awayekî bi rêk û pêk tên belav kirin. Ji Almanyayê jî îro ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan, Dêra Rocelf Zell, şêniyên bajarên Almanyayê yên Bodens, Konstanz û Wannermesmer Stiftung di navbera xwe de barê TIR û kamyonekê cil û bergên zarokan, pêlav, pêlîstok û kursiyên ji bo kêmendaman şandin Pirsûsê.
Nûnera koordîneya alîkariyê ya Amed-Berlîn Almanyayê Zarîfe Ozbeklî, diyar kir ku ji bo welatiyên Kobanê heta ji destê wan bê wê bikevin nava hewldanan û destnîşan kir ku heta Kobanê rizgar nebe, wê her bixebitin. Ozbeklî bi lêv kir ku divê ev alîkarî bênavber bidome û di serî de pêdiviyên zarokan bên dabînkirin.
Paşê jî alîkarî radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava hat kirin û di depoya Şaredariya Pirsûsê hat bi cih kirin.
RIHA