Li refên artêşa Azad in
Sifûg, got piştî hêzên YPG’ê destkefetiyên mezin bidest xistin û her kesî hêza mezin a YPG’ê û berxwedana wê ya li dijî çeyeyan dît, partiyên El-Partî (ya Ebdulhekîm Beşar), Yekîtî (ya Ibrehîm Biro) û Azadî (ya Mistefa Cuma) komên çekdar ava kirine. Sifûg, lixwe mukir hat ku tabûrên partiyên behsa mijarê komên çekdar avakirine û got, tabûrên Azadî ketine bin sîwana Aratêşa Azad.
Lêgerîna hêzeke leşkerî
Sifûg, da zanîn ku ENKS’ê li dijî vê ye ku hêzek girêdayî ENKS’ê hebe û wiha pê de çû:’’ Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve me gotiye xebatên me siyasî ne, ya din jî nabe ku 2 hêzên leşkerî li deverekê hebin. Ev dê felaketeke mezin ji kurdên Rojava re bîne.’’ Sifûg, got ku di nava partiyên ENKS’ê de nakokî hebûn û dema ku komîteyên hevbeş di nava herdû meclîsan de hatin damezirandin MGRK’ê xwedî biryar bû û bi hêz tevlî hemû xebatan bûn, lê ji ber ku ENKS’ê ji gelek partî û kordenîsyonan pêk tê û di nava wan de nakokî hene, kar û xebat baş nemeşiyane. Derbarê daxuyaniyên rêveberên hin partiyên di nava ENKS’ê de yên derbarê opersyona YPG’ê ya rizgarkirina Til Berek û Til Hemîs de jî Sifûg da zanîn ku ev daxuyanî ne li ser navê ENKS’ê û li ser navê kesan tên dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN