Kan anî ziman ku ew hewl dide rola huner a di berpirsyariya civakî de bi cih bîne vebêje. Kan destnîşan kir ku albuma wî ya ku ji starên kurmancî, zazakî û tirkî pêk tê bi tevahî li dijî sîstemê ye û muxalîf e û wiha axivî: "Bi taybetî jî strana ku min bi kurmancî û zazakî ye ya bi navê 'li me xin' ji bo şermezarkirina operasyonên di bin navê KCK'ê hatine destpêkirin amade kir." Kan ji bo navê albumê jî wiha got: "li vî welatî bi salan in şerek heye. Ji ber vî şerî bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Hem tirk û hem jî kurd zarokên xwe winda dikin. Lê çi bi êş e ku em netewe yekîtiyê ava nakin û şer ranawestînin. Herdu gel jî nikarin xwi îfade bikin."
Li gelek bajaran konser
Danasîna albuma "Hîs" a ku ji 10 stranan pêk tê dê sibehê li Gazînoya Fuarê ya Îzmîrê bi bernameyeke bê nasîn. Aydin Ozturk, Cezmî Ersoz, Halît Bîlgîç, Alaaddîn Us, Turan Şengul, Cem Cansiz, Alî Şeker, Şevket Karakiş, Mustafa Ozenç, Aliya Nîhan û Alî Haydar Dener jî dê beşdarî bermayê bin. Di albumê de parçeyeke flamenko ya kurdî jî heye. Kan got ku ew ê piştî Îzmîrê dê li Amed, Êlih û Mêrdînê jî konserên ku danasîna albuma xwe dike bide.
Album berê jî albuma xwe ya bi navê "Aqilê min ser te ye" derxistibû. Album ji aliyê muzîkhezan ve eleqeyeke girîng dîtibû.
ÎZMÎR