
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a kanala MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.
Kalkan da xuyakirin ku divê pêvajoya bi êrişa DAIŞ‘ê ya 15’ê Îlona 2014’an a li hemberî Kobanê destpê kirî û jê re Plana Çalakiyê ya Têkbirinê tê gotin, baş were fêmkirin û destnîşan kir ku di nava vê plan û pêvajoyê de, tinekirina hêzên demokratîk-şoreşger heye.
Kalkan diyar kir ku ji bo vê jî êriş li hemberî gel hat kirin û got, “Bingeha êrişa li hemberî Tamîlan a li Srî Lankayê jî ev bû. Li wir êrişî bingeha civakî kirin. Xwestin gerîla ji gel qut bikin û bi vî rengî derbê lê bixin. Bingeha êrişa rêveberiya Erdogan a niha li Kurdistanê jî ev e. Plana çalakiyê ya têkbirinê ev e.”
Plana qirkirina Kurdan
Di vê çarçoveyê de Kalkan ev tespît kir: “Gever, Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbîn, ne ji ber hebûna berxwedanê hatin xerakirin û şewitandin. Berxwedanê ev hilweşandin û xerakirin kêm kir. Kir ku bi tenê li çend bajaran rû bide. Li gorî plan û projeyên wan, wê hîn bêhtir bikira. Dixwestin hemû tax, bajar û bajarokê ku Kurdan veguherandin civaka demokratîk, neteweya demokratîk tine bikin. Dixwestin vê civakê li çar aliyên Tirkiye û cîhanê belav bikin û asîmîle bikin. Bi vî rengî xwestin hebûna Kurdan tine bikin û Kurdan qir bikin.”
Erdogan weke Dehaqê xwînxwar
Kalkan dewama vê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk weha nirxand, “Dixwazin, berî ku gerîla veguhere hêzeke civakê diparêze, civakê bieciqînin. Di vî warî de rêveberiya AKP’ê polîtîkaya şerê taybet û qirkirinê di asta herî bilind de dimeşîne. Rêbazên herî hov, herî xwînxwar, herî nemerdî bi kar tînin û komkujiyan dikin.”
Kalkan da xuyakirin, ku Erdogan bi rêya van êrişan dixwaze hebûna Kurdan tine bike, bi vî rengî desthilatdarî û dîktatoriya xwe biparêze û got, “Erdogan hatiye nuqteyeke welê, ku ji bo jiyana xwe bidomîne dixwaze Kurdan tine bike. Tê gotin, Dehaq jî bi vî rengî bû. Dîrok dikare zindî bibe. Mînak; va ye Dehaq zindî dibe. Em ji Erdogan ê li bajar û çiyê xwîna ciwanên Kurd vedixwe fêm dikin ka Dehaq çi bû.”
‘Erdogan li ber her kesî digere’
Kalkan ji civaka Tirkiyeyê re jî got, “Ev şer, şerê Erdogan e. Eger Erdogan ji desthilatdariyê bikeve, wê hesab bide, ji vê ditirse. Ji ber ku sûcê li dijî mriovahiyê kir, nelirêtî kir, rê li ber xizaniyê vekir. Bi fikara ‘wê hesab ji min bê pirsîn, min çi dizî be wê ji min bistînin, canê min jî dikare ji dest biçe’ tevdigere. Lewma derfetên Tirkiyeyê pêşkêşî her kesî dike. Li ber her kesî digere. Li ber Rûsya, Îran, Îsraîl, Esad, Ewrûpa, Emerîkayê digere. Dibêje, ‘Hûn çi bi Kurdan re dibînin! Werin bi min re tifaqê bikin ez her tiştî bidim we. Ez derfetên Tirkiyeyê pêşkêş bikim.’
Bila kes hesabên şaş neke. Dawiya Erdogan tê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan diqede. Yên ku dixwazin ji aliyê siyasî û aborî ve ji Erdogan bixwin, divê zanibin; derya kişiya! Êdî dem dema hesabdayînê ye. Kî bi Erdogan re bibe hevpar wê winda bike.”
Şerê deşt û bajaran
Duran Kalkan li ser şerê serdema nşû jî weha axivî: “Ya ku îro Erdogan anî ber têkçûnê, berxwedan e; berxwedana xwerêveberiyê ya li bajaran e. Ji ber vê yekê berxwedan wê xurtir bibe. Niha berxwedana gerîla heye û ev zêde nayê nîşandan. Di demeke nêz de ev berxwedan wê mezintir bibe. Xweparastinê xwe îsbat kir. Wê şerê deşt û bajaran bê meşandin. Serhildan wê xurt bibe. Wê qat bi qat hesab ji Erdogan bê pirsîn. Di dema nêz de wê berxwedan mezin bibe û rêveberiya Erdogan hilweşe. Ji bo hilweşandina vê rejîmê, divê her kes tevlî berxwedanê bibe.”
Girîngiya serketina li Minbicê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dewama bernameyê de Pêngava Rizgarkirina Minbicê jî nirxand û got, “El Qaîde û DAIŞ bi rengekî cidî destekê ji Tirkiyeyê dibînin. Ew herêm, ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê siyasî û civakî ve jî herêmeke tevlîhev e. Li wê derê dibe ku bi her awayî xeterî hebin. Ji ber vê yekê divê YPG û QSD ji her demê bêhtir hişyar û baldar bin.
Girîng e QSD ji xeta Efrînê, bakurê Helebê bistîne û xwe bigihîne heta Reqqayê. Bi vî rengî herêmek Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dikare derkeve holê. Şert û mercên vê çi ne, çiqasî dikare pêk were, ez nizanim. Lê belê ev girîng e.”