Imre Kertesz sala 2002´yan hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat dîtin. Kertesz weke kurê malbateke cihû li Macaristanê hat dinê û ji wan kesan e ku ji kampa berhevkirinê ya Naziyan a tirsnak a Auschwitzê sax filitî.

Sedema hêjabûna wî ya xelata nobelê jî gotina wî a li ser qirkirina Cihûyan bû ku wisa dihat îfadekirin: “Ji ber ku behsa tecrûbeya nazik a ferd dike li hemberî keyfîbûna hovana a dîrokê hêjayî xelata nobelê ye”.


Imre Kertesz kî ye?

Ji malbeteke Cihû re dibe, dema 15 salî ye ango 1944´an wî dişînîn kampa berhevkirinê ya Naziyan Auschwitzê û ji wir jî şandin Buchenwaldê. Ev tecrûbeyên wî yên bi êş û jan xwe di berhemên wî de wê bidaya der.

Dema ku sala 1945’an hat berdan vegeriya Macaristanê tevahiya malbata xwe ji dest dabû. Sala 1948’an dest bi rojnamevaniyê kir, lê belê ji ber ku rojnameya lê dixebitî veguherî dezgeha fermî a Partiya Komunîst, ji kar hat derxistin. Ji ber vê paşê carinan li fabrîkeyan û carinan jî li xizmeta çapemeniyê ya wezareta Îndustriyê xebitî. 

Piştî 1953’yan weke nivîskarekî serbest debara xwe kir. Dawiya salên 50´î û tevahiya salên 60´î bi nivîsîna muzîkalan, komediyan û wergeran debara xwe kir. Nietzsche, Hofmannsthal, Schnitzler, Freud, Roth, Wittgenstein û Canetti ji wan kesan in ku wî berhemên wan wergerandin Macarî û van nivîskaran tesîr li berhemên wî jî kir.

Heta ku şahesera xwe ´Bextreşî´ bi dawî kir deh sal derbas bûn. Ji ber sedemên siyasi Kertesz bi pirsgirêkan re rûbirû ma dema xwest berhemên xwe çap bike û piştî ku berhem çap bû jî demeke dirêj ne darî çav ma. Ji bilî xelata nobelê ya ku wî 2002´yan wergirt, Kertesz hêjayî xelatên Brandengburg û Gundolf hatibû dîtin.