
Şandeyek ji Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê bi armanca parvekirina ezmûna perwedeyê, li ser vexwendina fermî serdana Holandeyê kir. Şande ji Hevseroka Desteyê Semîre Hac Elî û her du Endamên Desteyê Yisra Mihemed Derwîş û Ridwan Mihemed pêk tê. Şande bi arrmanca parvekirina ezmûnên perwerdeyê dê gelek hevdîtinan pêk bîne. Di hevdîtinan dê şande bi Rêveberên dibistan û zanîngehên Hollandayê re pêk bîne û wê bi wan re sîstema perwedeyê li Holanda û danûstendinên zanyarî bikin. Armanca hevdîtinan ew ku pîlanên hevbeş ên pêşerojê di navbera dibstan û zanîngehên Rojava û Holanda de pêk were.
Zanyarî hatin parve kirin
Şandeyê heta niha hevdîtin bi Rêveberên debistanên Star School de Rumite û Zanîngeha Çandinê ya Kantona Almyer û dibistana De Buitenburcht re pêk anîn. Di hevdîtinan de danûstandinên zanyariyan ên li ser sîstema xwendin û hînkirinê li dibistanên Hollanda û yên Rojava hat pêk anîn.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîre Hac Elî derbarê hevdîtin û encamên serdanê yên heta niha, ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku rayedarên dibistan û zanîngehên Hollandayê bi baldarî girîngîyê didin Rojava û bi xurtî dixwazin alîkarî û xebatên hevbeş bi wan re pêk bînin.
Semîre Hec Elî da xuyakirin ku şandeyê di cîvîna bi Rêveberan re meteryal û şêwaza hînkirinê li hin dibistan û zanîngehên Hollandayê nas kirin, her wiha derbarê danûstandina zanyarî yên têkildarî sîstema hînkirinê li dibistanên Hollanda û dibistanên Rojava ve gotûbêj kirin û wiha got: ʺEm bi awayekî germ ji aliyê Rêveberên dibistan û zanîngehan ve hatin pêşwazî kirin, metreyal û şêwazên hînkirinê li wan dibistanan jî ji me re hat vegotin, her wiha me li nava refên xwendekaran jî geriyan.ʺ
Rewro Rojava hate vegotin
Semîre Hec Elî derbarê pêşkêşkirina alîkarî û zanyariyan di çarçoveya pilanên hevbeş ên pêşerojê de ev tişt anî ziman: ʺMe ji her kesên ku hevdîtin pê re kiriye re rewşa dibistanên Rojava û sîstema ku em dixwazin Ii dibistanên xwe bicih bînin bi belge û filmên dîkomênterî, hin zanyarî jî bi awayekî devkî ji wan re vegot. Her wiha rewşa derfetên kêm a di çarçoveya ambargoya li ser me hatiye ferzkirin û şert û mercên şer ên dijwar, ji wan re hate vekirin.ʺ
Projeyên hevbeş wê bên rojevê
Derbarê insyatîf û amadebûna aliyê din Semîre Hec Elî wiha got: ʺRêveberên dibistan û zanîngehên ku me serdanê kirine ji aliyê xwe ve piştgirî û daxwaza wan a xebatên hevbeş û pilanên ji bo projeyên hevbeş û danûstandinên zanyarî li ser xebatên dibistan û zanîngehan hebûn. Di dawiya hevdîtinan de dê pilanên hevbeş bi alîkariya profîsora Holendî Yûddy ya ku bi kedeke mezin ji bo Rojava dixebite, bên pêkanîn.ʺ
Li gor agahiyên ku Seroka Hevbeş a Desteya Perwedeyê Semîre Hec Elî ku serokatiya şandeyê dike, dane diyar kirin, dê şandeya Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, heta 7`ê vê mehê Adarê hevdîtinên xwe bi Rêveberên dibistan û zanîngehên Hollanda yê re didomîne. Di vê navberê de dê pîlanên xebatên hevbeş ji bo pêşeroja nêzîk deynin.
ALAN ROJ / ANHA