
Erişên hewayî, tevkujî û zextên artêşa Tirk û hikûmeta AKPê li bajarê Elmanya Kolnê, pêr bi meşeka girseyî hat protesto kirin. 15 hezar Kurd û dostên xwe yên Elman, Tirk, Sûryanî, Çerkez û Ermenî û pêkhateyên din beşdarî meş û mitînga Kolnê bûn. Meş bi slogana; „Em rê nadin faşîzma AKP’ê û DAIŞ‘ê“ li qada Eberfeld a li navenda bajêr dest pê kir û li Heumarktê bi dawî bû. Berî meş dest pê bike, li ser navê rêxistin û dazgehên wek AGIF, SKB, DIDF, MLPD, GEW, YXK, ADHK, FEDA, CIK, Yaşanacak Dûnyayê axaftin hatin kirin û peyam hatin dayîn. Di meşa şermezarkirina AKP’ê û hevalbenda wê DAIŞ‘ê de her hêz û kom bialên xwe tevlî meş û mitingê bûn. Bi sloganan hêrsa xwe li dijî qetlîamên AKPê yên li Pirsûsê, Zergelê û Silopî qîriyan.
Di destpêka mitînga li qada Heumarktê, li ser navê Yekîtiya Hêzê ya organîzetora meş û mitîngê Hevserokên NAV-DEM’ê Yuksel Koc û Fatoş Goksungur axifîn û spasiya beşdarên çalakiyê kirin. Koç û Goksungur di axaftinên xwe de bal kişandin ser giringiya xurtkirina Yekitiya Hêzê rawestiyan û daxwaz ji çalekvanan kirin kuli dijî rejîma nijadperest û faşîst têkoşîn were berfirehtirkirin.
‘Li dij Şoreşa Rojava têk çûn’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî di axaftina xwe de peyamên girîng dan. Kartal got: „Erdoganê şirîkê DAIŞ‘ê her derfet li dijî Şoreşa Rojava bi kar anîn, lê têk çûn. Şerê Erdogan yê li dijî Rojava li hember YPG/YPJ têk çûye“.
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di mîtingê de silav û kêfxweşiya xwe ji beşdarvana re diyar kir û di axaftina xwe de daxwaza xurtkirina berxwedanê kir. Hevseroka HDP’ê got: „Koln û Amed bûne yek, gelê Stembolê û Kobanê bûne yek. Me helwesta xwe bi avakirina yekîtiya xwe nîşan da. Elewî û Sûnî bûne yek, baweriyên cuda di bin siya mirovatiyê de bûne yek.“
Ji YNK û Goran piştgirî
Nûner û Sekreterê Federasyona Elewiyên li Ewrûpa (AABF) Ozgur Oz jî di axaftina xwe de piştevaniya xwe ji doza gelê Kurd re nîşan da û got: „Cihê me li cem Kurda ye.“
Ji Başûrê Kurdistana nûnerê Yekîtî Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Lalo Hamîd û nûnerê Partiya Goran Diler Şazman jî tevlî Mîtingê bûn û piştgiriya xwe ji çalekvanên meşê re nîşan dan. Nûnerê YNK’ê Lalo Hamîd, êrîşa dewleta Tirk li ser Qadên Parastina Medyayê şermezar kir û daxwaza lêkolîna derbarê tevkujiya Zergelê de li saziyên navnetewî kir. Nûnerê Partiya Goran Dilêr Şazman jî di axaftina xwe de girîngiya berxwedana hevpar anî ziman. Şazman êrişên li dij Qandîl û Zergelê jî şermezar kirin û daxwaza berxwedana hevpar ji hêzên Kurdî kir. Her wiha di mîtingê de li ser navê Partiya Îslamiya Kurdistan (PIK) Hikmet Serbilind jî axaftinek kir.
Eleqeya çapemeniya Alman
Çalekiya Kurdistaniyan û ya dostên wan ji aliyê çapemeniya Elman ve jî bi baldarî hat şopandin. Rojnamaya hefteyî Die Welt û Kovara navdar Sternê bûyer ji xwendavanên xwe re bi van nûçeyan agahdar kirin. Die Welt çalakiya Kolnê bi sernûçeya: „Bi hezaran Êzîdî û Kurd li hember şerê dewleta Tirk ê li dijî PKK’ê derketin“ ji xwendevanên xwe re ragihand. Kovara Stern jî di bin sernavê; „Bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Kurdan derketin“ cih da çalakiyê.
MEHMET ATAÇ/ KOLN
Li seranserê Ewropa çalakî
Êrîş û tevkujiyên AKP’ê li Swêd, Fransa, Norveç, Belçîka, Awûsturya, Hollanda, Awûstralya, Îtalya û Danîmarkayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezar kirin.
Polîtîkaya şer a AKP’ê pêr li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin. Xwepêşandana li Stockholmê li Parka Humlegarden û girse heta Meydana Raoûl Wallanbergê ve meşiya. Piştî xwendina daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Adem Ûzûn, li ser navê Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê Metîn Rhawî, Seroka Artîstên ji bo Aştiyê Stîna Bengs, lis er navê Partiya Çep a Swêdê John Hornqûîst, Seroka Meclîas Jinên Kurd a Amara Naciye Bîçen, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Vahîde Yilmaz, Serokê Konseya Aştiyê li Swêdê Kemal Gorgu axivîn.
Li Goteborgê jî li ser banga Navenda Demokratîk a Kurd, bi desteka komeleyên Elewî, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tevgera Goran, YNK, Partiya Çep a Swêdê û Partiya Komunîst a Swêdê xwepêşandan û meşek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya zêdeyî hezar kesî pêk hat.
AKP li Fransayê hat şermezarkirin
Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kesan bi dirûşma, “Li hember binçavkirin, operasyonên bi xwîn û îzolasyona dewleta Tirk re bes e” meşek li dar xistin. Meşê ji qada Republique dest pê kir û li qada Chatelet bi mitîngê berdewam kir. Hevserokê KCD-E Murat Ceylan, nûnerê MLKP’ê û nûnera Komeleya Piştevaniya Fransa Kurdistan Sylvie Jan, nhunerên Partiya Çep û NPA axifîn.
Li Kopenhag meş û mitîng
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Danîmarka de êrîşên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya û sivîlan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Endamê Komeleya Dostaniya Kurd û Danîmarkayê Annette Mørk diyar kir ku tevî yên têne qetilkirin Kurd in jî di lîsteyên terorê yên DYA û YE yê de jî dîsa Kurd in.
Li Brukselê AKP hat protestokirin
Li paytexta Belçîka Brukselê bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, Tirkiyeyî û Belçikiyan ku mîtîngek pêk hat polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin. Di çalakiya li ber Gara Navend, Ermenî, Asûrî, Belçîkayî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, hiqûqnas û dijberên şer amade bûn. KNK, HDP, YNK, Goran, Komela Îslamî, PYD û PJAK jî piştgirî dan çalakiyê. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axifîn.
Kurd û dostên xwe meşiyan
Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, tevî partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Norwêcî, bi çalakiyekê hikûmeta AKP û çeteyên DAIŞ‘ê protesto kirin. Bi sedan kesên li ber Stasyona Trenê ya Osloyê civiyan, ji vir ber bi Parlamenta Norwêcê ve meşiyan. Hevserokê Partiya Karker ê Bajarê Oslo Jan Bøhler, li ser navê Partiya Karker û Hawirdorê Andres Kroglûnd, ji Partiya Sosyalîst Çep Gjermund Skaar, ji Koma Piştgiriya Kurdistanê Erling Folkvord, li ser navê KNK’ê Refîk Gefûr axivîn.
Li Viyana çalakiya rûniştinê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ciwanên Kurd li Westbahnhof a li navenda bajêr çalakiya rûniştinê lidar xistin. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, ciwanên Azad û YXK’ê hilgirtin, pankarta bi nivîsa „Terorîst Erdogan“ vekirin û belavokên bi zimanê Elmanî xwendin û belav kirin.
Li Hollandayê du çalakî
Li bajarê Hollanda Den Haagê jî bi armanca şermezarkirina terora polîsen AKP’ê û polîtîkayên înkar û tinekirina Kurdan, li ber Central Stasyonê mîtîng û çalakiyeke rûniştinê pêk hat. Çalakî ji aiyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Ciwanên Azad Hollanda, tevgera antî faşîst a Hollanda û Hollandiyên Sosyalîst/Şoreşger ve hat organîzekirin.
Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî çalakiya kon a li Buerspleînê duh bi dawî bû.
Polîtîkayên şer protestokirin
Li bajarê Îtalya Bolzanî li qada Pîaza Del Grano Kurdistanî û dostên wan civiyan û polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin. Di meşê de girseya gel pankartên bi nivîsa „Erdogan tê wateya komkujiyê“, „Em li cem berxwedêrên Kurd in“, „Terorîst Erdogan“ hatin hilgirtin.
AKP’ê li Sydney hate protestokirin
Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Komkujiya Zergelê û polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat protestokirin. Di çalakiya ku ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên komele û partiyên siyasî, Partiya Keskan a Awûstralyayê, Partiya Komunîst a Awûstralyayê û nûnerên sendîkayan tevlî bûn nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê anîn.
AKP li Santîago hat şermezarkirin
Li paytexta Şîlî Santîago, polîtîkayên şer ên AKP’ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin. Li ser banga Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Şîlî, komîteyên piştgiriya Fîlîstîn û Sahara, girseya gel li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê civiya. Di çalakiyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk ji bo DAIŞ’ê biparêze, ji bo pêşî li têkoşîna hêzên YPG’ê ya parastina Rojava ji DAIŞ‘ê bigire û dîktatoriya bi tena serê xwe ya Erdogan bikeve meriyetê, êrîşî PKK’ê dike.Çalakgeran bang li dewleta Tirk kirin ku h Ocalan tavilê serbest berde, tavilê dest ji operasyon û provokasyonên li hemberî saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê û PKK’ê berde û bes destekê bide DAIŞ’ê.
NAVENDA NÛÇEYAN