Ji bo vê pêvajoyê bibin bersivek xurt delege li ser rê û rêbazan rawestiyan, her wiha piştgiriya xwe ya bi pêvajoyê re anîn ziman. Di kongreya ku ji bo 3 jinên şoreşger yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bang li hikumeta Fransayê hate kirin û hate xwestin ku demildest komkujiyê ron bike. Têkildarî kongreyê Serokê FEYKA’yê ê niha Mehmet Ulker ji ANF’ê re axivî û got, têkildarî komkujiyê ew dê careke din daxwaz bikin ku li gel rayedarên hikumeta Fransayê hevdîtinê bikin.
Delegeyan di kongereyê de balkişande ser zextên polîs û daraza Fransayê yên di van salên dawî de li ser saziyên Kurd, her wiha rexne li komeleyên Kurd hate kirin ku, bi şêwazê amator nexebitin.
Pêşxistina çand û zimanê Kurdî
Serokê FEYKA’yê ê niha Mehmet Ulker da diyarkirin ku, biryar hate girtin ku hînbêhtir bi awayek profesyonel xebat bê birêve birin û got: “Di kongreyê de em li ser zêdekirina serweriya komeleyên girêdayî FEYKA û perwerdeyên sazîbûnê rawestiyan.”
Delegeyan anî ziman ku, pêwîste di mijara têkiliyên derve de jî FEYKA hînbêhtir aktîv be. Ulker da zanîn ku, “Li rexmî her tiştî di sala borî de tekoşînekî mezin hate birêve birin” her wiha destnîşan kir ku, ewê di pêvajoya bê de hîn zêdetir xwe amade bikin.
Ulker da zanîn ku, ewê hîn zêdetir giraniyê bidin pêşxistina çand û zimanê Kurdî, her wiha ew dê ji bo hilbijartina meha Gulana 2014’an ya Parlementoya Ewropayê xwe amade bikin.
Di rêveberiya FEYKA’ya ku li tevahiya Fransayê 20 komele girêdayî wê ne de, neh kes hatin hilbijartin. Çar ji vana ji jinan pêktê. Mehmet Ulker jî di nav de sê rêveberên kevin di rêveberiya nû de cihê xwe girtin.
ANF/PARÎS