
Ekolojîst-nivîskara Amerîkayî Janet Bîehl bi xêzkirina wêneyan pêşketina jinên Şoreşa Rojava dide xuyarkirin û Janet Bîehl armanca xêzên xwe weha vegot: “Ez jinan xêz dikim ji ber ku ev jin li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.”
Wek hemû jinên cîhanê ekolojîst-nivîskara Emerîkayî Janet Bîehl jî berxwedana Rojava ji nêz ve dişopîne. Bîehl ku her dema şoreşê dişopîne, bi xêzên xwe jî vê nemir dike.
‘Şoreşa Rojava mînak e’
Bîehl li ser tiştên ku şahidiya wan kirî jî axivî û got, “Li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê rolên civakî li ser jinan tên ferzkirin. Jinên zû tên zewicandin emrê xwe di bin zext û zordariya mêr de derbas dikin. Jin ji ber vê yekê gelek êşan dikişînin. Jin ancex zarokan tînin dinê û mezin dikin. lê şoreşa Rojava di alî wekheviya jinê de mînakek e erênî ye.”
‘Jin xwe ji têkiliyên baviksalariyê rizgar nakin’
Bîehl got, jinên YPJ’ê xwe ji têkiliyê baviksalariyê rizgar dikin û jiyana xwe dikin kontrola xwe û di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de serketinên mezin bi dest dixînin. Bîehl li ser mijarê weha peyivî: “Li Rojava li gel şerkirinê, jinan jiyaneke nû ava kir. Li Rojava ji gel û baweriyên cuda jin hatin cem hev û navend, meclîs, kreş û rêxistinên jinan ava kirin. Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hene.”
‘Ez têkoşîna wan xêz dikim’
Janet Bîehl ku di heman demê de heval û rêhevala Murray Bookchin e, pirtûkên wî yîn piştî mirina wî jî çap dike, got, şoreşa jinan a Rojava îlham daye hemû jinên cîhanê û weha dawî li axaftina xwe anî: “Îdeolojiya PKK’ê ji bo wekheviya zayendan û cîhaneke wekhev pêwist e. Em jin evîndarên têkoşîna xwe pîroz dikin. Ez bi xêzên xwe şoreşa Rojava nemir dikim. Ez jinan xêz dikim ji ber ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN