Şêniyên gundê Qentermê ya girêdayî navçeya Elbistan a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku ji piştî komkujiya Mereşê ya 1981’an de koçberî Firansa bûne, 5 hezar Ewro di çarçoveya ˮBi filsekî be jî alîkariyê bide Kobanêˮ xistin sendoka Jinûve Avakirina Kobanê.
Siyasetmedarê Berê Hesen Tirk wekî nûnerê şêniyên gund serdana Serokatiya Kantona Kobanê kir û alîkarî radestî Kordînesyona Jinûve Avakirina Kobanê kir.
Hesen Tikr di dema serdanê de axivî û got ku berxwedana Kobanê jidayîkbûneke nû ya hemû gelê Kurd e û destnîşan kir ku Kurdistaniyên li Firansayê bê navber rewşa Kobanê dişopandin û ji bo piştgiriya wê çalakî lidarxistin.
Ji bo Şengal û Kobanê
Derman, xwarin û kincên li Spanyayê hatin komkirin, ji Şengal û Kobanê re hatin şandin.
Pêngava duyemîn a kampanya alîkariyê ya 6 meh in li paytexta Spanya Madrîdê ji aliyê Komîteya Piştgiriya bi Rojava û Gelê Kurd ve tê meşandin, bi dawî bû.
Alîkariya ji derman, xwarin û kincan hat berhevkirin, ji bo bigihêje Şengal û Kobanê li 4 mînîbusên mezin û TIR’ekê hatin barkirin û hatin şandin.
Kampanya ku ji komên çep-sosyalîst û anartşîst ên Spanyayê destekê werdigire, wê ji niha û pê ve bi çalakiyên cuda dewam bike.
KOBANÊ/MADRÎD