Kontrgerîllaya Tirk, Gladîo û NATO
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan jî diyar kir ku ev qetlîam li navenda Parîsê ku her kêlî gel û nûnerên gelê Kurd di bin çavdêriyê de ne pêk hat û wiha got: "Yek ji berpirsiyarê vê qetlîamê jî dewleta Fransa bi xwe ye. Ev qetlîam, bi destê kontrgerîllaya Tirk, Gladîo û navenda wê NATO’yê pêk hatiye. Armanc çewisandin, bêvîn û bêhêvî hiştina gelê Kurd e. Rayedarên dewleta Tirk hîn beriya ku agahiyek zelal ji qetlîamê were girtin daxuyanî dan û hewl didin wek bûyereke navxweyî nîşan bidin. Ev bi temamî berevajîkirina rastiyan e. Em careke din dubare tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin. Bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Wê gelê Kurd tu carî li hemberî qetlîaman serî netewîne. Wê hesab ji berpirsiyarên qetlîaman bipirse."
Gelê ku li saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, bi sloganên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te li Erdê Namîne.” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
DÎHA/MEXMÛR
Tamîl Eelam şermezar kir
Komeleya Tamîl Eelam di derbarê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de daxuyaniye nivîskî da. Daxuyaniya ji aliyê nûnera Fransayê ya Konseya Navnetewî ya Tamîl Eelam ve hat dayîn de qetilkirina siyasetmedarên Kurd hat mahkumkirin. Her wiha hat gotin ku, di 8’ê Mijdarê de endameke Tamîl Eelam bi heman awayî hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku, ew êşa gelê Kurd parve dikin û wiha gotin: “Divê rayedarên Fransayê demildest berpirsan bibîne. Ev komkujî dişibe kuştina nûnera Nelson Mandela Û ANC, Dulcîe Septembre ya di 29’ê adara 1988’an hatiye kuştin. Semtembre wê demê ji aliyê rejîma nîjadperest ku desthilatdar bû ve hat kuştin.
Niha gelê Kurd û Tamîl bi heman şert û mercan de rastî nîjadperestiyê tên. Dê dîrok edeletê bîne. Gel dê azad bibin. Ji ber ku azadî neyiniyan her tim tune dike. Polîsê Fransayê dê di demeke nêz de berpirsan derxe holê. Her wiha em bawerin Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Manuel Valls dê komkujiya mijara gotinê ye derxe holê.” Piştî daxuyaniyê hat gotin ku, gelê Tamîl yê Fransayê dê îro di demjimêr 12.00’an de bi tevlibûnek mezin beşdarî meşa Gare de I’Est ya Fransayê bibin.
ANF/BRUKSEL
Ji Saziyên Kurd yên Rûsyayê nerazîbûn
Saziyên sivîl yên Kurd ên Rûsyayê bertek nîşanî qetilkirina Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dan.
Ji aliyê saziyên sivîl yên Kurd ên Rûsyayê ve daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, balkêşe ku ev komkujî di demeke ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê kiribû pêk hatiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Rojhilata Navîn kampbûna li ser Sûriyeyê ji ser aktorên herêmî û global kûrtir dibe. Heta her diçe alîgir di şer de dibin xwedî pozîsyon. Li parçeyên Kurdistanê di vê pêvajoya ku ev kûrbûn heye, hin kesên/ kî heye ku ji hevdîtinên bi Îmraliyê re nerehetin di vê kuştinê de gûmanbarên bi potansiyelin.
Bi qasî Gladoyoya Tirk dibe ku tiliya dewletên herêmê yên ji pêvajoyê nerehetin di vê komkujiyê de hebe û wiha hat gotin: “Komkujî li navenda Parîsê pêk hatiye. Ji ber vê hikûmeta Fransayê di warê ronîkirina bûyerê de berpirse. Tu êrîş, komplo û wehşet nikare pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Bila bê zanîn ku, kesên dibêjin ‘ev hesabê nav rêxistinê ye’ bi qasî hêzên kujer berpirsin. Em wekê saziyên Kurd vê komkujiyê lanet dikin û em dê şopdarên vê bin. Rêxistina jina a Viyan ya Rusyayê jî bûyer şermezar kir. Di daxuyaniya ku saziya Viyan da de wiha hat gotin: “Di 9’ê Çile de li Parîsê pêşenga kadroya PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev zihiniyeta faşîst ku bi hemû rêbazî hewl dide pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, li Ewropayê 3 hevalên me qetilkirine.
Her wiha ev komkujî ji bo sabotekirina pêvajoyê pêk hatiye. Ev ji bo derbkirin û provekirina pêvajoyê pêk hatiye. Ew kesên ku ji hemû Kurdan re mirinê rewa dibînin, divê bizanin ku bedela azadiya gelê me çi dibe bila bibe, em dê bidin. Em li hemberî bîranîna 3 hevalên xwe yen jiyana xwe dane rastiya vî gelî serî ditewînin.”
ANF/MOSKOW