Çanda dengbêjiyê ne tenê qehremaniyên dîroka Kurdistanê gihandin roja me ya îro, di heman demê de li dijî qirkirin, bişaftin û tunekirina çanda Kurdî jî yek ji meydanên bîr, hiş û parastina nirxan e.

Gelê Kurd gelek destanên xwe yên qehremaniyê bi çanda xwe ya devkî bi rêûresmên mîna dengbêjiyê gihandine îroj. Gelek destanên gelê Kurd jî bi dengê dengbêj Mihemedê Canşah hatine vegotin û bi kilama ‘Mala Ûsibê Seydo’ balê dikişîne ser Serhildana Ûsibê Seydo. Dengbêj Canşah dibêje: “Eman heyla lê dayê, heyla lê dayê, Texsîmayê girega Zîgo digo lêlê Rehîmayê, belkî bila ocaxa romê kor be dayê, Ecela mala bavê min li qelaca li dinyayê, Bihar e li konê Ûsibê Seydo derbekî berdaye bedena lawê wî dadayê…” 

Dengê tomarkirî yê Dengbêj Mihemedê Canşah niha ji nû ve hatin berhevkirin û li Stenbolê hatin weşandin û ev maşûqê hanê ji nû ve gihandin aşiqên wî. 

Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên bi salan ên dewleta Tirk, gelek berhemên çanda Kurdî jî hatin talankirin. Dibe ku gelek dengbêj û stranbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Kerapêtê Xaço, Meyremxan, Eyşe Şan û hwd. bên zanîn, lê gelek dengbêjên wekî Mistefayê Kor, Seyîdxanê Kal, Mistefayê Xeloyê Heyran, Resoyê Ûsiv û Mihemedê Canşah pir kêm tên zanîn. Me xwest di vê nivîsê de em balê bikişînin ser Dengbêj Mihemedê Canşah.

Mihemedê Canşah

Canşah sala 1933’yan li gundê Delîklî yê girêdayî Qereyaziya Erziromê hatiye dinê. Canşah dibistana seretayî û navîn li wê herêmê xwendiye û jiyana wî demekê li wir derbas dibe. Lê ji ber hin pirsgirêkan sala 1970’yî diçe Almanyayê. Bi qasî 17 salan li Almanyayê dimîne. Mihemedê Canşah bi gelek dengbêj û hozanan re kilam gotine û bi taybetî bi dengbêj Şakiro re gelek kilam avêtine ber hev. Canşah bi xwe jî şagirtê Mistefayê Xeloyê Heyran e. Mistefayê Xeloyê Heyran jî ji gundê Kazicelaleyê yê Qereyaziya Erziromê ye û hema bêje mamosteyê hemû dengbêjên wê herêmê ye.

Ji bo çanda Kurdî 

Klam û stranên Mihemedê Canşah zêdetir li ser dîrok û çanda Kurdî ne. Piştî bi salan li derveyî welat dijî û kilamên xwe tîne ziman, di dawiyê de vedigere welatê xwe. Dema mirov behsa navê dengbêj Mihemedê Canşah dike di nava naskiriyên wî de, ne tenê kilam û stran tên bîra mirovan, ew di heman demê de kesekî xweşbêj e, nêzî civakê ye, li şahiyên wê û şînên wê rûniştiye. Li gorî agahiyên kesên wî nas dikin, kesekî gelekî xêrxwaz e û bi berdêla pereyan ti kaset tomar nekirine û ne jî bi pere ji kesî re kilam gotine. Navê dengbêj bi xwe Mihemed e, lê bavê wî wekî Canşah wî pênase dike. Canşah piştî demekê li welat dimîne, di sala 1999’an de koçî Stenbolê dike û di sala 2003’yan de li Stenbolê diçe ser dilovaniya xwe. Mezelê Canşah li navçeya Stenbolê Sultangaziyê ye.

Berhemên wî tomarbûn

Gelek berhemên dengbêj Mihemedê Canşah ji hêla fîrmaya Ozyildiz Muzîkê ve li Stenbolê hatine tomarkirin û nû hatin weşandin. Xwediyê Ozyildiz Muzîkê Orhan Erdal e. Rêveberên vê fîrmaya muzîkê bi rê ve dibin, eşkere kir ku ew neviyên Ûsibê Seydo ne. Wekî gelek kes jî dizanin, eşîra mala Ûsibê Seydo di serhildana Agiriyê de xwedî nav û deng e. Piştî qehremaniyên di dîroka Kurdistanê de li dijî Komara Tirk derdikevin pêş, ev qehremanî bi kilamên dengbêjan heta roja me ya îro hatine. Bêguman dengbêj Canşah jî li ser serhildana mala Ûsibê Seydo kilam gotine. Neviyê Ûsibê Seydo Orhan Erdal eşkera kir ku dengbêj Canşah li ser serhildana kalê wan gelek kilam gotine, ew jî ji bo minetdariya xwe ya ji bo dengbêj Canşah, wan gelek kilamên wî berhev kirine û kasetên wî çap kirine. Erdal der barê dengbêj Canşah de hêstên xwe wiha tîne ziman: “Em ne wek fîrmaya Ozyildizê, wek neviyên Ûsibê Seydo em Mihemedê Canşah bi hurmet bi bîr tînin. Xwedê wî bi bihûşta xwe şad bike. Bêguman kurê wî Remzî û neviyê wî Kenan Aslan jî di aliyê berhevkirina berhemên wî de gelekî bûn alîkar û îro ev berhem gihiştine gelê Kurd ê hêja. Em malaviya wan dikin.”