
Bi hespên kumêt yê zînkirî xwe berdim Bazîdê li dergehê Ehmedê Xanî bêjim. Bi peyvên dirêj behsa evîna Mem û Zinê bikim. Bi kesera dilê xwe xeyalan bidim hunandin. Ji generalê dengbêj re bêjim; oxir be rihê têr sitran… Oxir be rihê têr berxwedan…
Ji her çiyayekî serî netewandî re qewêti bidim kirin. Generalekî dengbêje di himbêza gelî û newalan de çek rakiriye. Di dilê her zarokê de bi bejna xwe pêşeroj neqş kiriye. Bi hêviyên egîdekî ku rûpelên payîzan jibîrnebûne, bîranînên generalekî li ber guhê dengbêjan bidim guhdar kirin. Bedewiya generaleke di her civatê de, di her kolanê de bidim vegotin. Bi peyvên berxwedanê, bi hezkirina axa ku şîn bû ye, bi çûyîna egîdekî re, payîzan ji xwe re dikim general. Hinek general bi şevê, hinek şervan ji êvaran çûn di demsala biharê de. Hinek dildar hinek şoreşger jî bi wextê havînan çûn, ji xeynî payîzên zereşîn.
Di berika her extîyarî de bi boxçika penaberekî, rabim bikevim ser devrêyan. Hesreta welatekî bi şerekî wêrekî ji kilama xerîbî yê, bi berbangê re ji general re bêjim. Dengê dengbêjan jibîr ne bûye, ebedî ye li ser kevir û kuçeyan.
Bi xuşe xuşe her kaniyan, bi her dilopa baranê re li ser van rêkan şopên lingên şoreşgeran hene. Hevrêyên çiyayî di singa her şalul û bilbilan de ji hemû deman, ji axekê bi bereket re bexterwarbûne li ser zimanan hatiye gerandin. Di her pirtûkeke kevnar de, di her kêliyê de hatiba nivîsandin; bêyî pesnê generale dengbej bidim. Ji bo xatirê general bi sed caran min rêka xwe li dîwana Feqiyê Teyran bixista, sitrana ‘Ey Dilberê’ ji her Kurdekî re, ji her welatî re behsa Kurdistanê bikira.
Xwezî ji pênûsa her helbestvan û her nivîskarekê re tehma jiyanek azad, bi Deşta Mûşê bi Çiyayê Sîpanê Xelatê hêvî wenda nebûne. Li qeraxa hati qifilkirî koka me Kurdan neqediya ye, bi tîpên bi berdêl re ji dengê herkesi seh bikira. Bi sitrana ‘Derwêşe Evdî’ min bi çend payîzokan kilamen dur-dirêj li warê bav û kalan bi şevbêrkan, li her warî, ji her şivanî re bi bilura xwe qîr bikira
Bi her tarixa ku kuştina Kurdan dihat erê kirin. Bi her serhildanekê, bi agirê geş, bi sitargehekê, bi hêviya her berbanga sibê, ji xewneke daliqandî re min jî, ji generalê dengbêj re bigota dengê te nemirî ye. Minê bi gota ne xeme çûyina generalekî, ne xeme çûyîna dengbêjê ava zozanan. Çûyîna te ne ji xeman ji berxwedaniya hemû payîzên zereşîn e li kêleka min. Lewra li her dîwana şoreşgeran ez jî behsa destana generalê dengbej dikim.
ENES YILDIZ