Di merasîmê de Endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA STAR'ê Delal Amed û gelek fermandarên HPG û YJA STAR'ê amade bûn. Bîranîn bi merasîmeke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû merasîma leşkerî, endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA STAR'ê Delal Amed li ser wate û girîngiya rojê axaftin kir. Amed da xuyakirin ku Kinaci xwedî çalakiyeke mezin e û got, " Rêberê me di vê mijarê de, çalakiya hevala Zîlan weke manîfestoyekê nirxand. Xeta jinê, li ser van bingehan ava kir. Hevala Zîlan ji bo me xwedî wate û girîngiyeke bi vî rengî ye."

Amed diyar kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo demokrasiya Kurdistan û Tirkiyê, ji bo rawestandina xwînê gelekî girîng e û got, "Ji bo ev pêvajo bimeşe, divê rêyên siyasî yên demokratîk hîn bêtir bên bikaranîn û gerîla ji her demê zêdetir di nava amadekariyan de bin. Pêwîste gelê me li her qadê têkoşînê bilind bike."
Piştî axaftina Amed, di bîranînê de peyam û helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û pêşandanên koro, skêç û govendê hatin nîşandan. Bîranîn bi gerandina govendê bi dawî bû. 




‘Zîlan sembola dilsoziyê ye’

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi munasebeta 17’emîn salvegera şehada gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd li Dêrsimê li dijî leşkerên Tirk çalakiya întixarî pêk anîbû, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de Zîlan û bi minasebeta salvegera îdamkirina wan de Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin birînanîn û wiha hate gotin: “Di pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de, em rêheval Zîlan di 17’mîn salvegera çalakiya wê ku bi hêza wate û jiyanê ya ku enerjiya mirovan derxistiye holê pêk anî bû, bibîr tînin. Dîsa em Şêx Seîd ku piştî avakirina komara ji aliyê herdu gelan ve xerca wê hatibû çêkirin, li dijî zîhniyeta înkar û redkirina gelê Kurd ê rastî neheqiyên mezin hat, berxwedana yekemîn nîşan da û di 29’ê Hezîna 1925’an de bi 46 hevalên xwere hatin darvekirin, bibîr tînin. Li hemberî polîtîkayên dijmin ên ku Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê înkar û tune dike, Rêheval Zîlan hêza jiyana bi wate veguherand teqînekê û nîşan daye ka girêdana bi azadiyê divê çawa be, lewre di têkoşina azadiyê de bûye duryanek. Komployên kûr ên ku wan salan de li ser Serokatî û tevgera me dihatin meşandin destpêkê rêheval Zîlan ferq kirin û bi taktîka dîrokî bi çalakiya yekemîn bersiv da. Rêheval Zîlan bi sekna xwe ya bijarte wê hertim di têkoşîna azadiyê de bê bibîranîn.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku miletekî  bi sedan salan hatiye înkarkirin û di komkujiyan de hatiye derbaskirin, bi têkoşînek bêhempa, bi canê hejaran gerîlayan, bi 20 hezar welatparêzên hatine qetilkirin hatiye pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad û ev bang hate kirin: “Di vê têkoşînê de bi hezaran gund hatin şewitandin, bi milyonan mirov ji cihên xwe hatin sirgunkirin, kedeke gelekî mezin a kedkaran çêbû. Di serê herî jor ê vê kedê de jî ked, can û xwîna Zîlanan heye. Di demeke wiha dîrokî de, em bang li hemû kesî dikin ku zanibin evqas ked, can û xwîn vala neçûye û di vê dema dîrokî de bê hesap û berjewendiyan di xeta Zîlan ku sembola terzê fedaî ye tevlî pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad bibin.”

YJA STAR: Em deyndarê şehîdan e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR jî gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi bîr anî. Di peyamê de wiha hat gotin, “Em rastiya terzê mîlîtaniya ku şerê bi şêwazê fedayiyane pêş dixe jî, ji bo aştî û azadiyê bi her awayî fedakariyê dike û her wiha rastiya serketinê jî deyndarê şehîdên xwe yên leheng Zîlan û rêhevalên wê ne. Em fermandara mezin a xeta fedayîtiyê û pêşenga tevgera jina azad rêheval Zîlan di salvegera çalakiya wê ya mezin de, di rêya azadiyê ya vekiriye de bi îddîaya ku em ê bêtereddut bimeşin de bi bîr tîninn.” 

ANF/BEHDÎNAN




Li Hezexê ji bo Zîlan helbest hatin gotin
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bo Zeynep Kinaci bernameya bîranînê pêk anî. Ji bo Zîlan, li Parka Aştî ya taxa Turgut Ozalê bernameya biranînê hat lidarxistin. Di bernameya ku bi piranê jin û zarok amade bûn de helbestên ji bo Kinaci hatin nivîsandin hatin xwendin. Di bernameyê de Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Hezexê Ayşe Hezer, diyar kir ku Zîlan navê têkoşîna azadiya Kurd û azadiya jinê nivîsandiye û wiha got: "Em di şexsê Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Di civakan de dibêjin kêrî tiştekî nayên. Lê em dibînin ku jin ji bo Kurdistanê û azadiya gelê xwe canê xwe feda dike. Em dibînin ya rast jin dîrokê dinivîsin. Em dê bi xêra wan têkoşîna xwe bibin serkeftnê.  Girsê piştre li kolana Adile Naşit meş pêk anî. 




Li Hewlêrê semîner


Li Hewlêrê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) jina qehremana Kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi semînerekê hate bîranîn.
Endamên Meclîsa Jinan a Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) Perwîn Hesen semîner da û bi dehan welatî beşdarbûn. Perwîn ewil li ser jînameya Kinacî Piştre li ser girîngaya çalakiya Kinacî û guhertinên kû çalakiya wê bi xwe re anî axivî û bal kişand ser dîroka tekoşîna azadiya Kurd. Hesen, anî ziman ku li hember wê êrîş û qomployên ji aliyê dagirker û dijminên gelê Kurd ve dihatin kirin û di roja îro de jî bi şêwazên cihêreng didomin û got: “ Zîlan li hember van êrîşên li ser Rêber Apo û gelê Kurd tên kirin xwe berpirsyar dît û çalakiyek ya tolhildanê ya fedayane li darxist û ew çalaki heta roja me ya îro jî jibo neyaran bû tirsek.”
Piştî axaftina Perwîn Hesen endama meclîsa RJAK’ê Tara Husên peyama RJAK’ê ya ji bo çalakiya fedayî ya jina qehremana Kurd Zeyneb Kinacî xwend. Piştî bidawîbûna semînerê ji aliyê beşdarvana semînerê û helbestvan Semîra Hemed Emîn ve helbestek li ser girîngiya şehîdan û Rêber Apo hate xwendin.  

DÎHA/HEWLÊR