Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatine wergirtin, gerîlayan di çalakiya şevê din li herêma Oremar a Gevera Colemêrgê pêk anîn de helîkopterek bi tîpa Skorsky xistine û 2 helîkopter jî derbe xwarine. Hat ragihandin ku pevçûn berdewam dikin û li herêma Şitazin gelek kuştî hene.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîlayan hatine bidestxistin, gerîlayan li dijî qereqola Şitazin a li herêma Oremarê, qereqolên seyyar ên li gundên hatine valakirin ên bi navê Serpîl, Belkîs û Gorangeyê, gundê Giranê, Bêzelê û Tabûra Robarokê, bi awayeke hemwext çalakiyek bi roket, docka û çekên giran pêk anîne.
Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku di encama çalakiya li dijî qereqola Şitazinê de gerîlayan li hemû çeperan xistine û li vir zêdetirê 20 leşker hatine kuştin.
Her wiha, hat ragihandin ku piştî çalakiyê, helîkopterên ji bo mudaxeleyê hatin herêmê bûn hedefa gerîlayan, di encamê de helîkopterek bi tîpa Skorsky hat xistin û 2 helîkopterên din jî derbe xwarin. Çavkaniyê da zanîn ku li cihê pevçûnê gelek kuştiyên artêşa Tirk hene, lê ji ber pevçûnê nikarin miriyên xwe bigirin.
Çavkaniyên herêmî jî dan diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayan a li dijî qereqola Şitazinê de zêdetirê 30 leşker hatin kuştin, lê belê rayedarên Tirk dibêjin 8 leşker hatine kuştin û 16 birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, piştî çalakiyê leşkeran gulle li gundiyan reşandine û di encamê de herî kêm gundiyek birîndar bûye. Hat ragihandin ku operasyona bi beşdariya bi hezaran leşkeran berdewam dike û li hin cihan pevçûn rû didin.

Li herêmê şewata darisatanê

Li herêma Oremarê ji ber bombebarana helîkopter û balafirên şer şewat derket. Piştî li herêmên navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê HPG'iyan çalakî li dar xistin operasyon hatin destpêkirin. Hate ragihandin ku piştî êrîşa li dijî Tabura Şitazin leşkeran gundî hişyarkirin ku ji gund dernekevin. Rayedarên leşkeran ji gundiyan re gotin; "Heke hun ji malên xwe derbikevin em berpirsiyarê qebûl nakirin." 
Piştî pevçûnê li herêmê operasyon hatin destpêkirin û li Oremar, Şitazin, Mavan û Şapatan ji berbombebarana balafirên şer û helîkopteran şewat derket. Ketin û derketina herêmê hate qedexekirin û hate zanîn ku Qereqola Bêsosin lêgerînên dijwar dan destpêkirin.
Hate zanîn ku di dema pevçûna li Şitazan de welatiyên bi navê Nurettîn Renda, Reşat Rend bi giştî tu agahî ji 5 welatiyan nayê girtin û ji welatiyên yek qesab e. Şêniyên gundê Şitazin diyar kirin ku HPG'iyan 2 welatî bi xwe re birin. Hate zanîn ku malbatên welatiyên winda jî li Qereqola Sîneva tên sekinandin. 

ANF/COLEMÊRG




ÎHD û TÎHV: Hûn li benda çi ne



ÎHD û TÎHV'ê têkildarî pevçûna li herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemergê ya ku 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 16 leşker birîndar bûn daxuyaniyekî nivîsî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hûn ji bo aşîtiyê hêj li benda mirina çend mirovan bin” û ji malbatên leşkerên jiyana xwe ji dest dan û malbatên HPG'iyên tê îdiakirin ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwestin. Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Em li hemberî kesên di nav civakê de dixwazin em di nav jiyaneke ne baş de bijîn serî hildidin. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin şertên çareseriyê pêk an bûn lê bi 'lîstîk' û pêkanîn dijmirovahî pêk nehatin.” Di daxuyaniyê de ji bo mirin pêk neyên û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin bang li her du aliyan hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku parêzvanên mafên mirovan li hemberî mafên jiyanê dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha hate destnîşankirin: “Divê hikûmet ji bo çareseriya aşîtiyane û demokratîk tedbîrên makeqanûnî bên girtin. Divê meclis ji bo muzakereyan û çareseriyê gavan bavêje û însiyatîfê bigire.”

ENQERE




Nasnameya 2 gerîlayan aşkere bû


Navenda Çapemeniya  HPG’ê di daxuyaniya da de got: “Di navbera 16-24'ê Kanûna 2011'an de li Amedê li dijî Çiyayên Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatibû lidarxstin. Ev agahî beriya niha ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.”
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: “Di navbera 16-24'ê Kanûna 2011'an de li Amedê li dijî Çiyayên Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatibû lidarxstin. Ev agahî beriya niha ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Di vê pêvajoya operasyonê de du rêhevalên me yê ji yekîneyên xwe qut bibûn û lêkolînên me yê di derbarê wan de berdewam dikir, eşkere bû ku di roja destpêkê ya operasyonê de gihîştine şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane: Abdurrahim Delîbaş, bi nasnavê Harûn, Cihê jidayikbûnê: Siwerek, Riha, Sala Tevlêbûnê: 2000. Ûgûr Polat, bi nasnavê Rustem, Cihê jidayikbûnê: Amed-Çinar, Sala Tevlêbûnê: 2009.   




Gerîlayên TÎKKO avêtin ser qereqolê

Hat zanîn ku gerîlayên TÎKKO yên ser bi TKP-ML, avêtin ser Qereqola Amûtka ya navçeya Xozata Dêrsimê. Hat ragihandin ku di encamê de gelek leşker hatine kuştin.
Gerîlayên TÎKKO’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku di encama çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin. TÎKKO’yê da diyarkirin ku heta êrîşên li hemberî gelê Kurd û gelên din ên li TIrkiyeyê berdeam bike, dê çalakiyên xwe bidomînin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên wan di 15’ê hezîran, demjimêr di 20.00 li dijî Qereqola Amûtka ya navçeya Xozata Dêrsiê çalakiyek li dar xisitine û di encamê de gelek leşker hatine kuştin.

DÊRSIM