Destpêkê plansazî amada dibe
Wexta ku pîlansaziya xwe çêdikirin ez li kêleka wan bûm, hemû di manga çêkirine de zîrekin, pirsgirêka wan di nêrîn dayînê de nînbû û ne xema wan bû. Dîmenê jin bi hev re birûnin û li ser xebatekî nêrîna hevdû girtin hem balkêş bû hem jî li xweşiya mirov diçû. Gerîlayên jin li gorî pîlansaziya giştî dest bi xebatê kirin. Du gerîlayên jin bêr girtin destê xwe û yên din jî kîs girtin ji bo tejî bikin. Piştî ku axa ser banî paqijkirin, naylon bi hev re rakirin û çar kesan bi alîkarî dayîna hevdu darên ser mangê rakirin. Piştre bi awayekî xwezayî her du gerîlayên jin bi karekî re mijûl bûn. Raperîn Mûnzûr û Gulan Guyî dest bi dîwar çêkirine kirin, bi hev re dibûn alîkar kevirên giran radikirin, bicih dikirin û dîwarê xwe weha çêdikirin. Zîn Koçer û Rûken Kobanê ax dikolandin û kîs tejî dikirin. Her du gerîlayên dîtir jî bi amadekirina darên mangê re mijûl dibûn. Piştî ku milekî dîwar bi dawî kirin, hemû gerîlayên jin di rakirina kîsan de destek didan hevdu û ew kîs didanîn ser dîwar. Heyanî ku dîwarê mangê bi dawî kirin westiyan, lê belê gelekî cindî çêkiribûn. Piştre darên mangê danîne ser û bi hev ve girêdan. Herî dawiyê jî naylon bi awayekî saxlem avêtin ser mangê û serê mangê girtin.
Xabat a bi ruhê kolektîf
Jiyan bi ruhekî kolektîf tê avakirin û jin di vê mijarê de hîn zêdetir xwedî hêz e û ji vê yekê bawer e. Xebatekî ku yek zilam bide meşandin du jin bi hev re didin meşandin, wexta xebatek bi ruhekî hevpar birêvebiçe, bandor li ser têkiliyan dike û ev yek di encamê de jiyaneke kolektîf dide avakirin. Gerîlayên jin bi hêza fîzîkî nedixebitîn, bi ruhê kolektîf dixebitîn. Di karê wan de mirov bawerî dida xwe û hîs dikir ger jin bixwaze dikare ji zilam hîn zêdetir xebatên ku karê jin nayê dîtin birêvebibe û reng bide jiyanê. Gerîlayên jin westiyan, lê belê bandor li ser moralê wan nedikir ji ber hêza xwe didîtin û di encama westandina wan de mangeke spehî çêbû.
DÛNYA PALE/ANF/BEHDÎNAN