Girtiyan, anîn ziman ku her diçe zext û zordariya li hemberî wan zêde dibe û wiha gotin: "Piştî operasyona Îranê ya li dijî Qandîlê zextên li hemberî me jî zêde bûn. Li gel ku gelek hevalên me cezayê wan teqez bûne jî dîsa rastî lêpirsînê tên. Ji me dixwazin ku em bibin sîxurê dewletê. Roj bi roj zext zêde dibin. Êdî ewlehiya me tune ye."
Girtiyan, bang li rewşenbir, siyasetmedar û parzvanên mafên mirovan kir û xwest li hemberî vê rewşa wan bi hestyar tev bigerin.

Li Îmraliyê bê hiqûqî
5 girtiyên ku ji doza PKK'ê girtî ku li Girtîgeha Îmralî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 12 salin lê dimîne, diyar kirin ku hevdîtina wan pirr kêm e û axaftina kurdî tê qedexekirin. Li hemberî vê yekê malbata girtiyên PKK'ê bertek nîşan dan û diyar kirin ku mafê wan tê bipêkirin. Xwişka Bayram Kaymaz Faike Taş, anî ziman ku ji 15 rojan carekê ji bo hevdîtina birayê xwe ji navçeya Bîsmîla Amedê diçin navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê û wiha got: "Em ji Amedê heta Bûrsayê 48 saetan rêwîtiyê dikin. Her wiha em li Gemlîkê jî tên rawestandin û heta ku em diçin Girava Îmraliyê em rastî gelek zor û astengiyan tên. Em ji 15 rojan carekê tenê dikarin 30 deqîqeyî hevdîtinê pêk bînin. Ev binpêkirina mafan e û li dijî hiqûqê ye.

'Kurdî qedexe ye'

Taş, anî ziman ku zext û astengiyên li ser kurdî berdewam dike û wiha got: "Diya min ji ber ku bi tirkî nizane, neçar e bi kurdî biaxive. Ji ber vê yekê em rastî gelek zahmetî tên. Hemû axaftinên me tên tomarkirin. Hefteya borî j ber van pêkanînan diya min di hevdîtinê de ji ser hişê xwe çû. Em neçar man ku wê bibin nexweşxaneyê. Kesên bi kurdî diaxivin jî cîhazê guhdariyê datînin ser çonga wan. Em dê serî li Wezareta Dadê bidin û bixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe."

DÎHA/WAN/AMED