4'emîn hêjmara Kovara wêjeyî   cih dide çîrok, helbest, lêkolîn û ceribînan derket. Hemû nivisên kovara wêjeyî ku ji 2 mehan carekê tê çapkirin bi alîkarî û tevkariya Federasyona Komeleya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) tên kopkirin û çapkirin.

Girtiyên ku bedena wan di nava çar diwaran de ne, fikr, raman û hestê xwe bi riya Kovara Şopa Roje ya ji 68 rûpelan pêk tên derdixin derve û bi xwendevanên xwe re parve dikin. Kovar ji nivîs, helbest, çîrok, lêkolîn û ceribînên girtiyan pêk tê. Kovara Şopa Roje di nivîsa Edîtor de li ser gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ku ji bo Azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan dest pê kir û 68 rojan berdewam kir radiweste. Dîsa li ser berxwedana 3'emîn a zindanê radiweste û diyar dike ku "Li 7 girtîgehan bi 64 kesan dest pê kir û li 72 girtîgehan bi 700 kesan berdewam kir û bi 10 hezaran bi dawî bû.

AMED