Kampanyaya ku Şaredariya Peyasê ya Amedê dabû destpê kirin girtiyên jin ên li Girtîgeha Elbîstanê jî tevlî bûn. Girtiyên jin bi cil û bergên ku bi destan çêkiribûn piştgirî dan kampanyayê û kulîlk, papîk û şalgerdanên çêkiribûn ji bo li zarokên Rojava û Şengalê bên belavkirin şandin şaredariyê. Alîkariya ku ji 100 parçeyî pêk dihat bi kargoyê hatibû şandin, li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Kayapinarê ya 500 Evlerê hat şandin û li zarokên Rojava û Şengalê hatin belavkirin.
Fonên xwe dan
Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet, Alîkara Hevşaredar Nesrîn Taşvan û endamên meclîsê tevlî belavkirinê bûn. Arşîmet da zanîn ku kampanyaya wan rastî eleqeyek mezin tê û got: “Hevalên jin ên Girtîgeha Elbîstanê bi cil û bergên ku çêkirine alîkarî dan kampanyayê. Hevalên jin bi derfetên zehmet bi pereyên ku malbatê daye wan ben kirîne ev tişt bi destan çêkirine.” HDP û DBP’î bi rayedarên marketên herêmî re bi armanca ku kampanyaya alîkariyê aktîftir bê meşandin hatin cem hev. Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek, Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, Hevşaredara Bajarê Mezin Gulten Kişanak, Hevşaredarên Peyasê Fatma Arşîmet û Mehmet Alî Aydin bi rayedarên marketên herêmî re hatin cem hev.
Piştgiriyê zêde bikin
Şîmşek di civînê de axivî û da zanîn ku li Şengal û Rojava têkoşînek rûmetê tê dayîn û bi hezaran welatiyên koçber bûne jî têkoşîna jiyanê didin. Şîmşek got: “Şaredariyên me hewcedariyê 50 hezar kesî pêk tînin. Hikûmet ti piştgiriyê dane. Divê kampanya hê aktîftir be. Ji ber vê em bi we re hatin cem hev.” Aydin jî di axaftina xwe de zanîn ku li Amedê 20 hezar Rojava û Şengalî dijîn û got ku divê gel jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê zêde bike.
ANF / AMED