Malbata Ondîl, ji ajansa nûçeyan ya DÎHA’yê re axivî û anî ziman ku wan 10 roj berê bi kurê xwe re hevdîtin kirin û piştî ew birin koxuşê êdî agahiyê jê nagirin. Dodmama Ondîl Ozlem Ondîl, anî ziman ku rayedarên girtîgehê girtiyan ceza dikin û ew bi fikarin ku tiştek bi serê kurê wan de bê.  Dodmam Ondîl, anî ziman ku 10 rojin agahiyê jê nagirin û wiha got: "Em ditirsin ku wî bi darve bikin. Em êdî naxwazin di nava tirsê de bijîn. 4 salin li Îranê girtî ye. Em bang li hemû sazî û parazvanên mafên mirovan yên Tirkiye û navneeweyî dikin û dixwazin li hemberî vê rewşê alîkariya hiqûqî bidin me.
Ondil, anî ziman ku ew niha agahiyê ji Huseyîn Ondîl nagirin û dibe ku niha darvekiribin jî û wiha got: "Îran ne Tirkiye ye. Em çend rojin agahiyê jê nagirin. Dayîka wê dê 2 roj şûnde biçe dîtina wî. Dibe ku heta wê demê darve bikin jî. Em nikarin tiştekî jî bikin. Em bang li parazvanên mafên mirovan dikin û alîkariyê dixwazin."


ANF/WAN