
Di nameya bi sernava “Êdî dema dîtina rastiyane, Kurd nahêlin dîrok dubare bibe” ji Obama re hate şandin de , Kurdan bal kişand ser komkujî û qirkirinên berê bi serê Kurdan hatine.
Di nameyê de wiha tê gotin; “Hevkarê we dewleta Komara Tirkiyeyê bi piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî ku hûn didin Tirkiyeyê her roj komkujî tînin serê Kurdan.” Di nameyê de balê dikişînin ser wê yekê ku komkujiya di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê û têde 35 ciwanên Kurd hatin qetilkirin, bi balafirên f16 û balafirên keşfê yên Predator ên DYA’yê pêk hatiye. Ji bo Obama rexne Di berdewama nameyê de hate diyarkirin ku hikûmeta Erdogan li hemberî Kurdan bi awayeke siyasî û leşkerî qirkirina pêk bîne û ev rexne li Erdogan kir: “Heta niha li Tirkiyeyê nêzî 4 hezar parlementer, rojnamevan, siyasetmedar, rewşembîr, nivîskar, û bi sedan zarok hatin girtin, lê we yek gotin jî derbarê vê yekê de nekir. Artêşa Tirk qada hewayî ya di bin çavdêriya we de bi kar anî û Kurdan kuşt. Ev 5 meh in em tu agahiyan ji Rêberê xwe Birêz Ocalan ê ku bi alîkariya we hate revandin û radestê Tirkiyeyê hate kirin, wernagirin, lê dîsa rêveberiya we bê deng ma. Dest ji rexnekirinê berde, we alîkariya xwe bi Tirkiyeyê re zêde kir. Gelo me Kurdan çi ji we û welatê we kiriye hûn me weke dijminê xwe dibînin?“ Di berdewama nameyê de tê gotin ku Kurd dê destûr nedin ku zarokên wan bi komkujiyan bên kuştin, dîrok dubare bibe û nahêlin ku êdî tu kes li ser navê Kurdan biryara bide û bikin qûrbanê hin berjewendiyên xwe.
Di dawiya nameyê de ji Obama tê xwestin ku ji bo aşitiya di navbera Kurdan û Tirkan de navbeynkarî bike.
GOTEBORG