Zargotina Kurdî helbet dewlemend e û her pirtûkên ji nav vê zargotinê derdikevin yeka din li wan zûde bûye; “Ji gotinên berê.”
Di nav zargotina Kurdî de gelek şîret hene, gelek peyvên aqilane, peyvên ji dil, peyvên li ser dil, peyvên rênîşandêr hene. Zargotin her rêya kesan ronî dike her kesê bikaribe guh bidê, bide hev, bixwîne û fêm bike. Heta niha li ser zargotina Kurdî gelek kesan lêkolîn kirine, berhevkarî kirine û ew weşandine. Niha yek li wan zêde bû bi navê “Ji gotinên berê” ku ji Weşanên Şemalê derketiye.
Pirtûka wî ya ewil e
Pirtûk ji aliyê Arif Hiso ve hatiye amadekirin.
Hiso sala 1965’an li gundê Çelebê yê ser bi Kobanî hatiye dinê. Li Zanîngeha Beyrûdê Beşa Bazirganiyê xwendiye, ew yek ji damezerînerê Saziya Fêrkirina Zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê ye. Wî li Helebê û li Kobanî dersên zimanê Kurdî dane, di hin rojname û kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Ev pirtûka li ber dest yekemîn pirtûka wî ye.
Zêdeyî 2 hezar gotinî
Wî ji derdora xwe, ji herêma xwe ev gotin berhev kirine ji bo pirtûkê jî navê “Ji gotinên berê” guncav dîtiye. Di pirtukê de di ser 2 hezarî re gotin hene û ew bi rêza alfabetîk hatine rêzkirin. Helbet gelek gotin li herêmên din jî hene, lê hinên taybet jî hene. Di hinan de peyvên Erebî jî hene lê dest nedane wan ji bo reseniya wan biparêzin.
KOBANÊ