Li paytexta Swedê Stockholmê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê şahiya helbestan lidarxist. Şahî pêr êvarî pêk hat ji çar parçayên Kurdistanê 20 helbestvan beşdar bûn. Di şahiyê de helbestvanan bi zaravayên Soranî, Kelhorî, Kurmancî yên kurdî helbestên xwe yên şoreşgerî, evînî û qehramanî xwendin.
Helbestvanan bi helbestên xwe dagirkerîya li ser Kurdistan, tecrîda li ser reberê Gelê Kurd û bê statûya Kurdistanê şermezar kirin. Di şevê de helbestvanên kurd pêvajoya dawî û zextên li dijî gelê Kurd pêk tên jî nirxandin. Helbestvanan bi taybet jî der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye û bajarê Strasbourgê de nêrînên xwe anîn ziman û piştgirî dan çalakiyan.Helbestvanan bang li Konseya Awrupa(KA) û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê(CPT) kirin ku nebin şîrîkê zext û polîtîkayên dewleta tirk û daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê li ber çavan bigirin û wezîfeyên xwe bi cîh bînin. Her weha bang li dewleta Swêd jî kirin ku beyî ku encameke xeter rû bide, ji bo grevên birçîbûnê bi awayekî lezgîn bikeve nav hewldanan.
Helbestvan bangewazî îmza kirin
Helbestvanên kurd di dawiyê de banga xwe bi awayekî nivîskî amade kirin û daxwazên ku kiribûn îmze kirin. Helbestvanên û hunermendên ku bangewazî îmze kirin ev in: Mamostê Aşiq, Xizan Şîlan, Behrûz Kurd Amedî, Ednan Dogan, Aynur Aras, Tureç, Perto Kirmanşahî, Fatma Savci, Soro Xûsrewî ,Nîvay Nurî, Kamran Simo Hedîlî, Makbule Çolak, Şerko Cîhanî, Xakî Bingol, Nîşan Bamernî, Nazîf Mayî, Şerzad, Sebrîyê Kasim, Mihemed, Mihemd Himbilej, Şoreş Reşî (nivîskar), Dr Hussein Xeliqi (nivîskar)
STOCKHOLM