Saziyên Navneteweyî û Yekîtiya Neteweyan li cihê bi hezaran koçberên 20 salin li bajaroka Tuzlayê ya navçeya Karataşa Edeneyê di bereqeyên bi qamir û zilan hatin çêkirin de dijîn, lêkolîn kirin. Koçberên Kurd ên ji mafên tendursîtî, perwerdehî, mal, hilbijartin û dengdayînê bê par in di kamiran de ji axa û patronan re bi kedek erzan dixebitin.
Piştî li herêmê di salên 1990'an de zêdehî 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin bi milyonan Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Tirajediya Kurd dijîn hêj bi dawî nebûye. Bi hezaran Kurd di salên 1990'an ji herêma Besta ya Şirnexê bi zorê hatin koçberkirin û li ber berava Çemê Seyhanê ya bajaroka Tuzla ya navçeya Karataşê ya Edene di bereqeyên ji qemoşan hatin çêkirin dijîn. Kurdên koçber 20 salin têkoşîna jiyanê bi paletiyê dikin û mafên wan ên av, ceyran, tendurîstî, perwerdehî û hilbijartin û hilbijêriyê tunenen. Şaxa Goç-Der'ê ya Mêrsînê rewşa wan kire rapor û ji Rêxistina Efu û Neteweyên Yekbûyî re şand. Li ser vê yekê saziyên navneteweyî heyetek ji herêmê re şand û li cihê bûyerê bi şahidan re hevdîtin kir û rapor amade kir. Koçberan, diyar kirin ku gundî ji bo bajarê konan terk bikin zextan li ser wan dikin û xwedî mafên penaberan jî nin in.

'Yekîneyên tendurîstiyê jî tên astengkirin!'

Jina bi navê Hediye Kara a ku 20 sale di bereqeya qemoştê de li gundê Karakopruyê ya Tuzlayê dijî bi heyeta Navneteweyî re hevdîtin kir û diyar kir ku ava wan ya vexwarinê tuneye û şevê bi pêşûyan re dijîn. Fatma Kiyem jî diyar kir ku her roj rastî zextên gundiyan tên û ji bo ji bereqeyan derbikevin zextan li ser wan pêk tînin. Dayîka 8 zarokan Kevve Gunduz jî diyar kir ku di salên 90'an de gundên wan hatin şewitandin û bi zorê koçber bûn. Gunduz, anî ziman ku yekîneyên tendurîstiyê yên ji bo muayena kesên di konan de dijîn tên ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Gunduz, da zanîn ku ava wan a vexwarinê jî tuneye û wiha got: "Em ava bîrê vedixwin. Ew jî gelek bê tendurîstiye ji ber ku ava behrê ye. Kesên 20 salin di van konan de dijîn hemû nexweşên gurçikê ne. Hin caran di bîran de perçeyên beqan derdikevin. Em dê niha wê avê çawa vexwin."


'Saziyên navneteweyî dest avêtê'
Serokê Goç-Der'ê yê Mêrsînê Selahattîn Guvenç têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku wan rewşa koçberan ji YN'yê re ragihand û heyeteke çavdêr şandin û wiha got: "Li bajaroka Tuzlayê ya navçeya Karataşê ya Edeneyê gundiyên di salên 90'an ji herêma Besta ya Şirnexê koçberbûn li vir dijîn. Jiyana wan a vir êdî bû jiyana wan. Havîn û zivistan her tim li vir dijîn. Lê behsa mafên wan ên tendurîstî, perwerdehî û malê nayê kirin. Me niha bi heyeteke navneteweyî ziyaret kir. Me weke Goç-Der'ê raporeke amede kir. Em ev rapora xwe ji Komîteya Şopandina Mafên Mirovan a YN'ê û Rêxistina Efuyê re pêşkêş kir. Niha jî heyeteke çavdêr li vir xebatên xwe dike."

'Rumeta wan dişkê'
Guvenç, anî zîman ku Kurdên li Tuzlayê dijîn tên qewirandin û xeyîdandin. Guvenç, da zanîn ku rumeta gelê li Botanê ku bi xwedî dîrokeke hezaran salan bi vê yekê dişkê û wiha axivî: "Li gorî me dewletê li vir sûcê mirovahiyê kir. 20 salin mirov rastî hemû muameleyên dijmirovahiyê hatin hiştin. Weke hemwelatî nayên hesibandin. 20 salin mafê wan ê hilbijartin û hilbijêriyê tuneye. Standarta jiyana vir ji kesên xizan ên li welatên Afîqayê dijin kêmtir e. Jiyaneke gelek zor û bi êş heye. Ev mirov bê war û bê welat nîn in. Li ber quntarên çiyayên Cudî, Gabar û Katoyê li ser axa bav û kalên xwe jîne. Lê niha li vir tên qewirandin, kêmhatî tên dîtin û rumeta wan tê şikasitin. Em welatî teqez vê yekê heq nakin."

'Xwedî mafên penaberan nîn in'
Guvenç bilêv kir ku welatiyên gundên wan hatin şewitandin û li Tuzluyê bi cih bûn xwedî mafên penaberiyê jî nîn in û wiha axivî: "Debara xwe rojene bi paletiyê ya 20-25 TL. dikin. Em weke Goç-Der li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Ji ber ku zarok jî li vir ji axayên axê re paletiyê dikin." Guvenç, destnîşan kir ku gelek caran ji bo ziyaretê hewildan kirin lê hatin astengkirin û wiha pê de çû: "Ev penaber jî nin in. Mafên penaberan jî hene lê mafên van ên tendurîstî, perwerdehî û strabûnê jî tuneye. Ev ne koçberîn navxweyî ne û ne jî penaber in. Ev gelê bi zorê hate koçberkirin in."

FERHAT ARSLAN - DÎHA/EDENE