Rojnameya Elman Die Tageszeitungê (TAZ) roja Cejna Zimanê Kurdî, nivîseke rojnamevanê girtî Nedîm Turfent weşand. Di nivîsê de wî bal bire ser rewşa zimanê Kurdî, zextên li serê û siyaseta dewleta Tirk.

Nedîm Turfent rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) bû û Gulana 2016´an hatibû girtin. Dewleta Tirk ji ber rojnamevaniyê bi îdîaya endametiya rêxistinê 8 sal û 9 meh cezayê hepsê lê birî. Ew dibêje, "Ez vê nameyê ji hepsê bi zimanekî biyanî zanî bi Tirkî dinivîsim. Ma ne, divê rayedarên hepsê karibin bixwînin, da ku ew bigihîje ber destê we."

Piştî vê Nedîm Turfend dibêje, li Tirkiyeyê bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in: "Sedema pêşî, weke berê, qedexe ye Kurdî bibe zimanê dersdayînê. Ya dinê, lihevnekirin ya rastî rûşekalî hene di meseleya bicihanîna reformên elaqedarî Kurdî de." Di vê çarçoveyê de ew bi bîr dixe ku kanaleke dewletê bi Kurdî heye, lê rojnameya bi Kurdî weşanê dike Azadiya Welat bi xwe, hatiye qedexekirin. Ew behsa mînakên din jî dike: "Li balefirgeha nû ya Stenbolê ji bo rêwiyan bi 36 zimanan û 80 şêwezaran xizmet tê kirin û di nava van de Kurdî nîne. Lê jixwe çêtir e ku mirov van pêlan rêwîtiyê neke. Ya ji vê muhimtir, wezareta sihetî ya dewleta Tirk bi 6 zimanên mirovên li Tirkiyeyê agahiyên xwe diweşîne. Kurdî ne di nava wan de ye jî."

Berpirsên sereke Kurd bi xwe ne

Nedîm Turfent bi bîr dixe ku UNESCO´yê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanên destpêkê ji 1953´yan ve qebûl kiriye, lê zarokên Kurdan ji vî mafê xwe her bêpar mane. Ew guneh hemûyî naxwe stûyê dewleta Tirk û meqaleya xwe wiha bi dawî dike: "Helbet berpirsên pêşî em Kurd bi xwe ne da ku rewş heta bi wir (nemana Kurdî li Tirkiyeyê) neçe. Em dikarin û lazim e, di têkiliyên xwe yên rojane de em zimanê xwe bi kar bînin. Divê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin; li malê, li sikakê, û li bazarê pê bipeyivin. Divê em ji bo wê yekê têbikoşin ku dewlet Kurdî weke zimanê dersê qebûl bike. Bi vê yekê jî Cejna zimanê Kurdî pîroz be!"

 

HAMBURG