KNK´ê li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna gelek nûnerên partî û rêkxistinên civakî Şêwira Neteweyî li darxist. Di civînê de komîteyeke teybet hat hilbijartin. Ev komîte wê bi Konseya Rêveber a KNKê re di nava hevkariyê de be.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di navbera 14-15´ê Îlona 2019an de, li bajarê Stockholm ê Swêdê, li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê Şêwira Neteweyî li darxist. Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî,  nûnerên saziyên civakî û çandî, gelek kesayetên serbîxwe û ronakbîr amade bûn. Di civînê de    rewşa civakî û pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê, rewşa aborî û çînayetî, rewşa jinan, rewşa mafê mirovan, rewşa siyasî û rêbazên çareseriyê hatin guftûgokirin. Gelek kesayetên siyasî û akademîsyen, di civînê de li ser mijarên di rojevê de gotar pêşkêş kirin. Di nava du rojan de mêvan û beşdaran pirs û nêrînên xwe der barê  Rojhilatê Kurdistanê de anîn ziman.

Rojhilatê Kurdistanê dinale

KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Encamnameya civînê wiha ye: “Rojhilatê Kurdistanê li jêr dagîkeriya Komara Îslamî ya Îranê de dinale. Zêdeyî 40 salan e ku rêjîma paşverû ya Îranê mafê gelê Kurd binpê dike, dengê azadîxwaziyê difetisîne û bersiva daxwaziyên rewa yên gelê Kurd bi şer û kuştinê dide. Rewşa civakî sal li pey salê pirtir aloz dibe,  bi madeyên hişber, li dijî ciwanan şerê taybet dimeşîne. Jin ji hemû mafên xwe yên mirovatiyê hatine bêparkirin. Aboriya welat gihîştiye sînorê îflasê. Rantxwarî, dizî, her der tejî kiriye û civak xistiye nava rewşek pir belengaz.

Zêdegaviyên rêjîmê û destwerdana wê di karên hundirê welatên heremê, weke Îraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û hwd, niha Îran aniye ber kirîzek/qeyranek pir bi tehlîke ya navneteweyî. Li hember vê rewşê, rêjîma Komara Îslamî lez daye xurtkirina bingehên serbazî û xwepirbiçekkirinê.

Divê azad û adil be

Nûner û kesayetiyên beşdar yên di civîna Şêwîra Rojhilat de, piştî bahs û guftogoyên hûr û kûr li ser mijarên ku di serî de hatin behskirin, van xalên jêrîn ji raya giştî re pêşkêş dikin:

  • Îran di aliyê etnîkî de welatekî fireh netewe û ji aliyê baweriyande jî xwedî komên baweriyên  cuda ye. Nabe komara Îranê li ser bingeha yek netew yek baweriyê bê sazkirin. Divê Îran di navxwe de demokratîk, sekûler, azad û adil be.
  • Li rojhilatê Kurdistanê rewşa gelê Kurd ya îro divê bi vî awayî neyê qebûlkirin. Gelê Kurd, weke neteweyekî xwedî hemû mafên bingehîn û xwedî mafê çarenûse ye.
  • Divê partî, rêkxistin û saziyên siyasî yên Rojhilatê Kuridstanê, ji bo ava kirina platformek neteweyî, di demek zû de bi hev re bikevin diyalogê û xwe ji reqabetên ne di cî de ku tenê dilê dijmina xweş dike biparêzin.
  • Divê hemû partî û rêkxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji hev re bibin piştgir û alîkar û rê nedin ku dijmin ji nakokî an cudahiyên siyasî, îdeolojîk û rêxistinî di navbera wan de sûdê bibîne. Pêwiste zemîn ji bo karên hevbeş bê xweşkirin.
  • Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, kesayet û gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê dike ku xwedî li deskevtên Başûr û Rojava derkevin û tekoşîna azadiya gelê Kurd li Bakur destek bikin.
  • Tevgera siyasî, ji bo ku jina Kurd rola xwe di nava civakê de bilîze û weke pêşenga xebata ji bo wekheviyê bibe xwedî bandor, astengiyên li ser rêya beşdariya jinan rakin. Divê jin di her warê jiyanê de xwedî maf û îarede bin, zemîn ji tevgera azadiya jinan re bê xweşkirin.
  • Kombûn piştgiriya xwe ji bo xebata azadî, edalet û demokrasiyê ya jinên Kurdistan û Îranê radighîne û destek dike.
  •  Kombûn piştgirî li hemî girtiyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl dike û xwedî lê derdikeve. Siyaseta girtin, eşkence û darvekirinê ya Komara Îslamiya Îranê şermezar û riswa dike.
  • Rejîma Îranê ne tenê xwedî li şûnwarên dîrokî û arkelelojîk yên Kurdistanê dernakeve, di heman demê de didize û xirab dike. Lewma pêwîst e ku gelê Kurdistanê xwedî li şûnwarên xwe yên dîrokî, arkeolojîk, çand û zimanê xwe derkeve û biparêze.
  • Kombûn di wê baweryê de ye ku xebata rewa ya azadiya gelê Kurdistanê, bê têkbirina rejîma Îslamî ya Îranê û pêkanîna alternatîfek demokrat û dadperwer, nagihêje amanca xwe ya bingehîn. Lewma divê xebata azadîxwaz a gelê Kurdistan û xebatên azadixwezî yên xelkên Îranê yên ji bo têkbirina rejîmê di nav hevkarî û hemahengiyê de be.
  • Kombûn, bang li hemû pêkhate û gelên Îranê dike ku ji bo Îraneke demokratîk, sekuler û wekhev, ji bo çareseriya pirsên nateweyan û baweriyan, bi hevre tevbigerin û têkoşîneke hevbeş bikin.
  • Kombûn bang û daxwaz dike ku civaka navneteweyî, saziyên mafê mirovan, dewletên endam di Konseya Ewlekariyê ya NYê de û çalakvanên civaka sivîl, pişgiriyê ji tekoşîna azadiya gelê Kurd re bikin, teybetî li maf û rewşa kolberên Kurd xwedî derkevin û bibin rêgir ku rêjîma dagîrker a Komara Îslamî nekaribe kuştina vê qada hejar li Kurdistanê dewam bike.

Ji bo ev kar û daxwaz bêne şopandin û pratîkkirin, civînê komîteyek teybet hilbijart. Ev komîte wê bi Konseya Rêveber a KNKê re di nava hevkariyê de be. Em bawer dikin ku encamên vê Şêwirê, wê tekoşîna aştî û azadiyê xurt bike û rêya yekîtiya neteweyî xweş bike.”

   

 NAVENDA NÛÇEYAN