Endamê desteyê Mam Faris di axaftina xwe de bang li dewlemendên bajarê Hewlêrê kir kû çavên xwe vekin û piştevaniyê bidin gelê Rojava ku ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdokişin.
Nûnerê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) yê başûrê Kurdistanê Dr. Cehfer û endama desteya rêvebir ya kampanyaya piştevaniyê Sozdar Qasim diyar kir ku ew wekî nûnerê PYD’ê spasiya xwe ji bo hemû rêkxistin û partiyên siyasî yên li ser navê gelê Hewlêrê beşdarî komkirina piştevaniyê bûne dikin. 


Alîkarî tên belavkirin


Li bajarê Efrînê Şaxa Heyva Sor a Kurd a têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Xelîl Sîno daxuyanî xwend û diyar kir ku alîkarî ji Rusya, Ewropa û perçeyên din ên Kurdistanê gihîştine Efrînê û spasiya saziyan kir. Sînor, da zanîn ku ewê alîkariyan di zutîrin demê de li malbatên xizan, koçber û malbatên şehîdan, birîndaran belav bikin. Li bajarê Helebê jî, komîteya alîkariyê, alîkariyên ji bakûr û başûrê Kurdistanê hatibûn û gihîştibûn bajêr, ji bo belavkirinê dabeş dikin. Endamên komîteyê piştî dabeşkirinê wê di rojên pêş de alîkariyan belav bikin.  Li bajarê Dirbêsiyê jî Komîtey Alîkariya Mirovahî ya Desteya Bilind alîkariyên ji Bakûrê Kurdistanê hatine, li navenda bajêr û gundan belav kirin.


HEWLÊR/HELEB