Sefîra nû ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Bulgaristanê, Hêro Mistefa (Herro Mustafa) ye. Qesra Spî doh ragihand, Serokê DYE´yê Donald Trump biryar daye ku Cîgira Serokê Şanda Dîplomatîk a DYE´yê li Lîzbonê Hêro Mistefa, bike sefîra welatê xwe li Bulgaristanê.
Hêro Mistefa cihê Balyozê DYE´yê li Bulgaristanê, Eric Rubin digire.
Hêro Mistefa di navbera salên 2005 û 2006´an de Rêvebera Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Emerîkayê bûye, nexasim bi karûbarên Îsraîl, Filistîn û Urdinê, berê jî li heman encûmenê berpirsa karûbarên Iraq û Efxanistanê bûye.
Hêro Mistefa berê seroka Şanda Hevahengî ya Emerîkayê bûye li Mûsilê û şêwirmenda konsolxaneya Emerîkayê bûye li Beyrûtê. Ew her herwiha şêwirmenda karûbarên siyasî ya konsolxaneya Emerîkî li Atînayê bûye.
Di navbera salên 2009 û 2011an de, Hêro Mistefa şêwirmenda Cîgirê berê yê serokê Emerîkayê Joe Biden bûç Wê di heman demê de wek şêwirmenda siyasî li konsolxaneya Emerîkayê li New Delhiyê jî kar dikir.
Hêro Mistefa, berê şêwirmenda siyasî ya şanda hikûmeta Emerîkî bû di dema gotûbêjên li ser dosya atomî ya Îranê de û yek ji wan kesan e ku ji nêzîk ve haya wê ji hûrgiliyên wê peymanê heye.
Hêro Mistefa sala 1973´yan li Hewlêrê ji dayîk bûye. Li bajarê Minot ê Wilayeta North Dakota ya DYE´yê mezin bûye. Bi Kurdî, Erebî, Farisî, Yewnanî, Hindî û Portekîzî baş dizane. Lîsansa xwe li Zanîngeha George Washington û mastera xwe jî li Zanîngeha Princeton çêkiriye. Ew zewicî ye û dayika du keçan e.
NAVENDA NÛÇEYAN