
Heyva Sor a Kurdistanê di encama xebatên meşandin de ji bo gelê Şirnexê yê bû mexdûrê terora dewletê 500 hezar euro ji bo bicîhanîna pêdiwiyên jiyanî şand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li navenda bajarê Şirnexê bêtirî 9 tax bi temamî hatin rûxandin. Ji ber van êrîşan her wiha gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 4 hezar û 900 malbat neçarî jiyana koçberiyê bûne.
Heyva Sor a Kurdistanê di dewama daxuyaniya xwe de bibîr xist ku bi hatina demsala zivistanê ya dijwar re, zor û zehmetiyên xelkê Şirnexê zêdetir bûne. Têkildarî kampanyaya ji bo gelê Şirnexê hate meşandin jî ev agahî parve kirin: “Saziya Heyva Sor a Kurdistanê bi ragihandina kampanya alîkariya lezgîn, hewl da bibe bersiva hêvî û daxwazên xelkê Şirnexê. Wek gava pêşî ya vê kampanyayê, Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha 500 hezar Euro, 30 hezar dolar û 25 hezara Frankên Swîsreyî şandibûn. Di çarçoveya heman kampanyayê de, Heyva Sor a Kurdistanê beriya çend rojan 500 hezar Euroyên din gihand xelkê Şirnexê.“
865 malbatên hevkar
Heyva Sor a Kurdistanê encamên xebatên ji bo malbata hevkar a li Ewropayê hatin meşandin de jî ev agahî dan: “Li aliyê din, di encama kampanya malbatên hevkar de, heta niha alîkarî ji bo 865 malbatên Şirnexê re tê şandin.“
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ew ê hemû derfetên xwe ji bo alîkariya xelkê Şirnexê bikar bîne û banga hestiyariyê li tevahiya Kurdistaniyên Ewropa û cîhanê kir.
DUSSELDORF