Hunermendên Kurd ên li Amedê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bicivin banga yekîtiyê kirin. Hunermendan xwestin Kurd hemu xebatên xwe yên ziman, çand, siyaset û dîrokê di bin baneyekî de kom bikin. Hunermendan xwestin her kes ji bo yekîtiyê têbikoşe. 


Hunermend Mesut Gever diyar kir ku hêz û dewletên desthilatdar ji dema mîrîtiyên Kurdan heta niha dixwazin nakokiyê di nav Kurdan de çêbikin û wiha got: “Heta niha ji bo ku yekîtiya Kurdan pêk were gelek hewldan çêbûn. Lê li gel hemû hewldanên yekîtiyê jî ev yekîtî pêk nehat.” Gever anî ziman ku îro li tevahiya Kurdistanê têkoşîna bi dehan salin ji bo azadiya Kurdistanê û netewebûna Kurdan firsendek dîrokî ye û wiha axivî: “Di şerê li Rojhilata Navîn de tê meşandin sekna gelê Kurd girîng e. Heke Kurd bibin yek wê serkêşiya vê pêvajoya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Kurd bikin.” 
Gever bal kişand ser zimanek hevpar a di navbera Kurdan de û wiha domand: “Divê em rexnedayîna xwe bidin heta niha zimanek me yê hevpar tune bûye. Ji bo yekîtiyê zimanekî me yê bi kêmasî heye. Pêwîste hunermendên Kurd ji bo yekîtiya Kurdan bêtir xebatên xwe bidin meşandin û di nav xwe de pirek ava bike. Geşedanên em îro di nav de ji bo gelê Kurd şansek mezin e. Heke em vî şansî winda bikin, em ê sedsalê din jî li paş bikevin.” 
Gever da zanîn ku ji bo yekîtiya Kurdan herî zêde barek dikeve ser milê Başûrê Kurdistanê jî û got: “Divê partiyên me yên li başûrê Kurdistanê hin bêtir ji bo yekîtiya Kurdan hişyartir bin. Heke ku perçeyek Kurdistanê bişewite, wê tevahiya Kurdistanê bişewite. Divê heya me ji vê yekê hebe. Pêwîste her ferdek Kurd ji bo yekîtiya neteweyî zêdetir bixebitin û çi bikeve ser milê wan bikin.” 



‘Em xeyala wan pêk bînin’

Hunermend Azad Bedran jî daxuyaniyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdan bibîr xist û wiha got: “Em hemû perçe perçe ne. Dema kongreya neteweyî pêk were wê ev perçebûn hemû têk biçe. Dema ku yekîtî û tifaqa Kurdan çê bibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî wê kes nikaribe li ser navê Kurdan hesaban bike û biryaran bide. Yekîtiya Kurdan dê hemû lîstokên qirêj vala derbixe. Divê gelê Kurd dev ji nîqaşên biçûk berde û li ser yekîtiya Kurdan nîqaşan bike û bingehê ava bike. Divê ku em xewn û xeyalên Mele Mustafa Barzanî, Qazî Muhamed, Seyît Riza, Şêx Seîd û Serok Apo ya yekîtiyê em pêk bînin. 



‘Welatek demokratîk û azad lazim e’

Hûnermend Farqîn jî destnîşan kir ku divê demek zûtirîn Kurd ji bo welatekî demokratîk, azad û hemû kesên li Kurdisanê dijîn xwe tê de îfade bikin yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Divê ku rêxistinên Kurdan bên cem hev û ji bo Kurd û Kurdistanê gavan biavêjin û karekî bikin. Em wek hunermendên Kurd di sedsala 21’emîn de Kurdistanek parçe parçe naxwazin.” 
Hunermend Farqîn bilêv kir ku gelê Kurd qetliyamên li ser serê xwe nebîne dê sed salên din jî bi boneya yekîtiyê li paş bikeve û ev bang kir: “Divê Kurd dev ji berjewendiyên şexsî berdin û li gorî neteweyîbûna Kurdan bixebitin û zimanê xwe jî li ser esasên yekîtiyê ava bikin. Pêwiste zimanek hişk li hember hev axaftin dev jê bê berdan. Em ji pêşeng, serok û partiyên Kurdan rica dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî gav biavêjin. Pêwîste ku hunermendên Kurd hemû ji bo yekîtiya Kurdan bên cem hev û hûnera xwe ji bo yekîtiyê biafirinîn û bi zimanê yekîtiyê biaxivin.” 


BÎLAL GULDEM / DÎHABER / AMED