Bi hevkariya hikûmeta AKP’ê û cemaata Gulen li Amedê darên Baxçeyên Hewselê rastî komkujiyê tên. Baxçeyên Hewselê ku 8 hezar sal dîroka wan heye, ji aliyê wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve wek qada rezervê hat îlan kirin. Hevsel  ji bo Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO jî namzet e. Hunermend ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî komkujiya Baxçeyê Hewselê dan.


´Cihê rantê vedikin´

Derhêner û lîstikvan Orhan Alkaya wiha got: “Li cihekî ku ev 12 hezar sale çandinî tê kirin, bi çavê rantê mêzekirin, pêşxistina projeya texrîbatê ye, ne tenê li ser mirovan, li ser xwezayê, li hemû cîhanê li dijî jiyanê derdikeve. Baxçeyên Hewselê sembolin. Her kes û bi taybet jî gelê Amedê divê li dijî vê dagirkeriyê derkevin. Piştî berxwedana Geziyê hişmendî û îtîrazeke mezin derket holê. Ev ne yekem bû belkî, lê bi qasî hemû kesî bigire nava xwe berfireh bû. Darek mîlyonek kese.  Li Geziyê gotin çend darin lê li Daristanên Bakûr ji ber hesabên şaş bi hezaran dar hatin birîn. Li Hewselê jî ger bertek neyê nîşandan dê  hêj dar bên birîn. Ez bawerim ku ev dê hişmendiyeke nû ava bike, ev hişmendî dê li her derê belav bibe. Ev hişmendiya parastina jiyanê ye.”

‘Dar jî hevparê jiyanê ne’

Lîstikvanê sînema û şanoyê Altan Erkeklî jî nerazîbûn nîşanî birîna daran da û wiha pê de çû: “Ev hikûmet dê ji bo pereyan hemû daran bibire. Ez duh li Hopayê bû. min HES dîtin. Min ew êş dît. Xweza hişk dibe lê Erdogan nabîne. Tenê dinêre, lê dîtin cudaye. Ger ku Birêz Serokwezîr dixwaze ev welat bi xweza, bawerî, ciwan û zarokên xwe re rengîn be wê demê divê vê bibîne. Divê dest ji vê projeyê berde. Divê her kes ji bo baxçeyên Hewselê hesab bipirse.  Zarokatiya min li Amedê derbas bû. Ez wan deran baş dizanim. Li derveyê welat ne wisa ye. Dema ez diçim Turneyan ez dibînim ku her der bi keskê hatiye xemilandin û dema ez li welatê xwe dinêrim ez êşê dikişînim. Kurê min dersa piyanoyê dibîne. Ez mamosteyê wî re diaxivim dibêje darek bê birîn, sed dar tê çandin; ne ji bo înşaata Tokiyê dibe kalas, ji bo piyanoyê. Bi hemû hêza xwe divê em cîhaneke baş ji zarokên xwe re bihêlin.”

´Hîna dem heye´

Lîstikvana sînema û şanoyê Ayça Damgaci jî anî ziman ku ew ji ber komkujiya baxçeyên Hewselê gelek xemgîn bû ye û divê li dijî têkoşîn bê kirin. Damgaci wiha got: “Em çawa ku ji Heskîfê, ji Çamlihemşînê re xemgîn bûn, dîsa xemgîn bûn. Kezaba xwezayê tê parçekirin. Zanîngehê daxuyanî daye; dibêje riya gundan di wir de derbas dibe, welatî nikarin seyranê bikin, hinceta wan tenê pir bi xof e.  Ma ji xwe te tecawizê qadên jiyana mirovan kiriye. Te ji xwe êrîşê qada jiyana wan kiriye. Divê demildest dawî li vê komkujiyê bê dayîn. Gezî di dîroka komara tirk de yekem bû. Dibe ku aliyê ekolojîk yê têkoşînê dihat piştguhkirin. Lê dîsa jî gelê kurd bi qasî zimanê dayika xwe li xwezaya xwe jî xwedî derket.  Li Kurdistanê ji bo qada jiyanê têkoşîn dayîn ji xwe refleksek cidî ye. Lê tenê bi parastina mafê ziman ev nabe. Li her qadê li dijî ax û zimanê me tecawiz heye. li Mêrdînê dixwazin malên dîrokî hilweşînin. Mînakên wek vê gelek in.”

‘Pêdiviya me bi daran heye’

Hunermend Ferhat Tunç jî diyarkir ku her kesê xwedî wijdan divê li dijî komkujiya Baxçeyên Hewselê bê deng menînin. Tunç got: “Meseleya ekolojiyê pêwistî bi şiyarbûneke civakî dibîne. Ji ber ku rastî li dijî texrîbata civakî pêk tê. Têkoşînên ku jê re dibêjin çend dar û biçûk dibînin, di esasê de hemû jiyan û qada jiyanê temsîl dike. Kesên projeya komkujiyê dimeşînin, darê tenê wek êzing dibînin.  Lê em ji bo domandina jiyana xwe hewcedarî wan daran dibînin. Baxçeyên Hewselê di heman demê de dîrok û çanda Amedê temsîl dike.”


‘Mantiqê kapîtalîzmê ye’
Karîkaturîst û senarîst Yilmaz Okumuş jî got: “Ez di wê baweriyê de me ku dê Amed xwedî li baxçeyên Hewselê derkeve. Lê divê em hemû piştgiriyê bidin. Em tiştên bi vî rengî pir dijîn. HES ne tenê pirsgirêka Behra Reş e. Li herêmê li dijî vê derketin pir tune. Em li baxçeyên Hewselê rast û hovitiya kapîtalîzmê dibînin. Lê em mirovên ku li dijî vê derkevin jî dibînin. Ez jî wek kes difikirim ku bi hunera xwe tevli vê berxwedanê bibim.”

‘Aboriya şaş dikin’
Derhêner Ezel Akay bibîrxist ku desthilatdarî ji bo baxçeyên Hewselê û parçeyên din yên xwezayê dibêje di alî aborî de pêwiste wisa bê kirin, yanî bi saya vê dê pereyên wan hebin û azadiya wan ya aboriyê hebe. Akay wiha got: “Ev jî şaş fêmkirina aboriyê ye; îro tuyê dewlemend bî, sibê yê xizan bî. Yanî karekî demdirêj nakin. Nakokiya di navbera kapîtalîzm û hawirdorparêzan de ji vir destpê dike. Pêwistiya aborî hêsanbûneke rastîne. Dema tu cihekî bifiroşî, tu pere qezenc dikî. Lê dema ku li wê derê binêrî, rizqê zarokên te zêde dibin, yên xizmên te zêde dibin. Li tikriyeyê sê sazî divê demildest bên betalkirin. RTUK, YOK û wezareta Bajarvanî û Hawirdorê. Wezareta Hawirdorê ji bo xwezayê ji hawirdorparêzan dur bigire hatiye avakirin, ji bo başiya hawirdorê tu biryarê nade. Avabûna wezareta hawirdorê gelek modern bû lê niha bûye belayek mezin.”

ANF/ENQERE