Keyayê berê yê gundê Hîlar Ramazan Aslan, diyar kir ku ji bo herêm neyê taxrîpkirin ûweke Qada SÎT bê îlankirin kede mezin da. Aslan, anî ziman ku ji bo mekan bên parastin serî li Weqfa Parastina Tabîatê da û pişt r ji bo qad bê parastin û paqijiya wê bêkirin ji gund 3 kes hilgirtin kar. Aslan, da zanîn ku 7 salan 3 karkeran berê xwe da mekanên dîrokî û ji ber mehaneyên wan nehatin dayîn ji kar derketin û pişt re ji gundên cuda cerdevan anîn.
Li ber windabûnê ye
Aslan, da zanîn ku ji ber mekanê dîrokî nêzî gund e gelê gund jî cerdevanan diltirs e û ji ber gund cerdevanî qebûl nekir 2 caran bi zorê hatiye valakirin û gundê wan careke din di bin gefên valakirinê de ye. Aslan, bilêv kir ku piştî cerdevanan anîn wir gelek kesên tên ziyaretê dema cerdevanan dibînin bêyî bigerin ji herêmê diçin û mekanên dîrokî ji ber xemsariya rayedaran li ber tunebûnê ye."
Aramî nema
Welatiyê bi navê Huseyîn Aslan jî diyar kir ku zarok jî ber cerdevanan ditirsin û wiha got: "Ji gundên cuda cerdevan anîn. Em nasnakin. Me notirvanên berê nasdikirin. Em bi rihetî digeriyan. Niha jin û zarok ditirse. Jin dibêjin 'li wir cendirme, polîs û cerdevan hene me ditirs biçin wir' Êdî tu aramiya me nemaye."
Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim jî diyar kir ku armanca anîna cerdevanan a gund ji bo ew gundê xwe terk bikin e. Jinan jî xwest ku ew naxwazin pergala cerdevaniyê pêk bê û ew naxwazin ji ber cerdevanan gundê xwe terk bikin.
AMED