Eskerên Roma reş 20ʼê Sibatê bi 7 helîkopteran avêtine ser gundê Nenyas ê Licê. Bi potînan ketin mala Yemlîhan Yildirim ê 78 salî û bi şelmaqan lê dan. Bi qûndaxa sîlehê jî li serê pîreka Yemlîhan, Zînnet Yildirim a 66 salî dan û gef li wan xwarin.
Yemlîhan got, fermandar jê re gotiye ‘Ma tu misilman î?’ Ew jî dibêje, min jê re got ’Ez Ermenî me’ û jê re gotiye, ‘Ma tu zanî misilmantî çi ye? Hela mêze bike bê te mala min xistiye çi halî. Ma ev misilmantî ye? Li ser vê jî fermandar lê daye.
AYDIN ATAY / MA/AMED
20’ê Sibatê, Artêşa Tirk a dagirker bi eskerên xwe yên weke Yekîneyên Tevgera Taybet (JOH) bi nav dike bi 7 helîkopteran bi ser gundê Nenyas ê Licêya Amedê girt. Eskeran avêtin ser mala Yemlîhan Yildirim ê 78 salî.
Esker ji bo kurê malbatê Mehmet Yildirim ê tê îdiakirin bi “endamtiya rêxistinê” tê darizandin avêtine ser malê. Piştî ku esker Mehmet Yildirim li malê nabînin, bi çekê gef li dayikê Zînnet Yildirim a 66 salî dixwin û li bavê wî Yemlîhan Yildirim ê 78 salî didin.
Eskeran di sala 2019’an de jî avêtibûn ser heman malê û piştre jî di 21’ê Çile û 20’ê Sibatê de jî davêjin ser malê, malbat ji bo alîkariya hiqûqî diçe cem Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê.
Bi postalên xwe ketin hundir
Yemlîhan Yildirim ê 78 salî qala wê rojê kir: “Roja pêncşemê saet di şeş û nîvê sibehê de bi 7 helîkopteran avêtin ser gund. Eskerên li dor xaniyê me hatibûn bicihkirin saet di heşt û nîvan de derketin holê. Piştî roj hilat pêşî gazî pîreka min kirin. Piştî ku pîreka min çû cem wan gazî min jî kirin. Gotin, em ê têkevin hundir. Min jî destûr da. Ez li pêşiyê ew li paş min em ketin hundir. Min xwest pêlavên xwe derxin. Du eskeran xwest derxe, lê fermandarê wan nehişt. Fermandar tevî pêlavan ket hundur. Ji ber postalên wan hundir tev bû herî.
Şelmaq li min dan
Hê lêgerînê dewam dikir, fermandar ji min re got ‘Ma tu misilman î?’ Ez jî aciz bûm, min got ‘Ez Ermenî me.’ Min jê pirsî, ‘Ma tu zanî misilmantî çi ye? Hela mêze bike bê te mala min xistiye çi halî. Ma ev misilmantî ye? Mala kê dibe bira bibe heqekî we yê wiha tuneye hûn wisa bikin.’ Gava min got, ‘wezîfeya xwe bikin, heqaretê li me nekin’, rabû şelmaqek avêt ser çavê min, şewqeya min ket erdê. Gava min hewl da rahêlim şewqeya xwe careke din li min da. Hê min digot, ‘Çima tu li min didî, ez di emrê bavê te de me. Ma tu şerm nakî?’ Pênc şelmaqên din jî li min xistin. Li malê ev tişt anîn serê me.
Heqaret li min kirin
Kaya heywanên me belawela kirin. Min xwe aciz kir ka ji bo çi wiha dikin. Gef li min xwarin gotin, em ê te bibin nezaretxaneyê. Min jî got, heger sûcdar bim min bibin, bikujin, bavêjin zindanê. Ez ne ji zindanê ne jî ji mirinê ditirsim. Heqaretê li me nekin. Peywira we çi be wê bikin, heqaretê mekin. Kaya heywanên me belawela kirin. Ne digotin ka li çi digerin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe, hatim min serî li ÎHD’ê da.
Bi qûndaxê li serê pîreka min da
Hê lêgerîn dewam dikir, eskerekî sê caran bi çekê li serê pîreka min da û got, ‘Ez ê te bikujim. Kurê te li ku ye? Ez ê vî xaniyî bişewitînim, ez ê kurê te bikujim.’ Pîreka min extiyar e û nexweş e. Lê dîsa jî ev tişt anîn serê wê û heqaret lê kirin. Kurê min zewicandiye, 4 zarokên wî hene. Li cem min dimînin.”