Heta Sibê Mal Ava- Roman: Nivîskarê pirtûkê Brahîm Yunisî (Braîmok) ye, zimanê romanê yê orîjînal Farisi ye. Wergera ji Farisî ji alî Muhammed Xizirî (Qerê Kişlaxî) vê hatê kirin û bi zaravê Soranî 2011 an de ji alî Înstîtuyê vê hatê derxistin. Pirtûk 465 rûpelin. Babeta romanê li ser lehengê Kurd ê ku ji bo rîzgarîya welat canê xwe dane. Yanî kuştin, bedbextî, derbederîya Kurdan yê ew 100 salên dawî ye. Ji serdema Pehlewiyan heta serdema Komara Îslamî bi awayekî balkêş hatiyê nivîsîn û pêwîst e her Kurdek wê pirtûkê bixwîne. Pirtûk bi 12 Euro tê firotin.
Bavo Bûyê Bostan-Ji bo zarokên pêş dibistanê. Nivîskar û pedegagog B. Welatevîn nivisandiyê, bi wêneyên rengîn. Soranî û Kurmancî ye. Pirtûk 22 rûpel in û bihayê wê 5 Euro ne.
Segvanê Xurikî-Destan: Ji alî Mistefa Cizîrî vê hatiyê nivîsîn û bi Kurmancîyê. Pirtûk bi zaravê Kurmancî hatiyê nivîsîn û bi zimanekî zelal û herikî hatiyê nivîsîn. Pirtûk 66 rûpel in û bihayê wê 8 Euro ne.
Warê Êvarê - Helbwest. Pirtûka nivîskarê Swêdî bi nav û dengê xwedî xelata (1951) Nobel e. Cara yekêm sala 1953 an de hatiyê çap kirin. Ji alî Serkan Brûsk vê ji Swêdî hatiyê werandina Kurmancî. Pirtûk 60 rûpelê û bihayê wê 8 Eruro ne.
Dîroka Ji Agir - PKK, hevpeyvîn: Nivîskar Hesên Cûdîyê û bi Endamê Konseya Rêvebir ya KCK û PKK Cemîl Bayik re li ser dîroka PKK hevpeyvînekê. Pirtûk bi zaravayê Soranî û tîpên aramî ye. Nêzikî 850 rûpel e û bi bergê qerton hatiyê çapkirin. Bihayê pirtûkê 20 Euro ye.¨
Wêje û Edebîyata Kurdî-Pirtûka dibistanê lîse ye û bi zaravê Soranî ye. Nivîskar Kawa Amîn e û ji bo bîranîna Mamoste Ferzad Kemanger hatiyê nivîsîn û 103 rûpel in. Di nava pirtûkê de li ser jiyan û edebîyeta kesên mîna: Ehmedê Xanî, Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Pîremerd, Cîgerxwîn, M. Mehmûdê Bazidî, H. Xuznî Mukrîyanî, Refîq Hilmî hene. Dîsa li ser Newroz û dîroka rojnemegerîya Kurdî jî agahî hene. Bihayê pirtûkê: 8 Euro ye.
Kawa Amin
A Kurdish Reader for Intermediate Level 2011
Înstîtuya Kurdî ya li Stockholm
Mogårdsvägen 13, bv.
143 43 Vårby Gård/Stockholm
 http://www.avasin.org - www.avasin.org


 NAVENDA NÛÇEYAN