Alîkarê Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê Tugamîral Mahmud Musevî ragihand ku fuzeya mijara gotinê hedefa xwe dîtiye û ceribandineke serkeftî pêk anîne. Roja yekşemê jî fuzeyek hatibû ceribandin û hatibû ragihandin ku hedefa li hewayê bi şêwazekî serkeftî hatiye xistin. Tetbîqata Artêşa Îranê ya li Kendava Hurmuzdoh bi dawî bû. Tetbîqat li Kendava Hurmuz li herêma avên navnetewî pêk tê. Di dema tetbîqatê de ji ber bernameya nukleerî aloziya di navbera Îran û dewletên rojava de gurtir bû.


Yekitiya Ewropa danekirinên li ser Îranê dişidîne
Hate diyarkirin ku Yekitiya Ewropayê plan dike ku danekirinên li ser Îranê berfirehtir bike. Berdevê Polîtîkayên Derve yê YE’yê Michael Mann got ku tê payîn ku der barê berfirehkirina danekirinên li ser Îranê de heta dawiya mehê biryar bê girtin.Plana berfirehkirina danekirinê YE’yê yên li ser Îranê, li rastî gefa girtina Tengava Hurmuz a ku ji sedî 40’ê petrola cîhanê têre derbas dibe, hatibû.

YE û DYA ragihandinbûn ku ew ji bo hevdîtina bê şert û merc a der barê bernameya bi nakok a Îranê de amade ne.

TEHRAN/BRUKSEL