
Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca pêşxistin û belavkirina hişmendiya xwendinê, her wiha xwendina bi zimanê dayîkê kampanya komkirina pirtûkan destpê kir.
Weqfa Jina Azad a Rojava ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, dest bi amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê kir. Ji bo pirtûkxaneyê jî kampanyaya pirtûkan hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de wê pirtûkên ku bi zimanê Kurdî, Suriyanî, Ermenî, Erebî û Îngilizî hatine nivîsandin bêne komkirin. Endamên weqfê bi vê armancê li Qamişlo dest bi komkirina pirtûkan kirin.
Weqfa Jina Azad a Rojava ji bo kampanyaya pirtûkan daxuyaniyêk da. Di daxiyaniyê de wiha hatê gotin: “Xwendin şiyarbûn û zanebûnê zêde dike. Xwendin dihêle ku mirov di jiyana xwe de gelek tiştan nas bike. Xwendin bêtir fikirandina bi rêxistinî ava dike. Bi riya xwendinê mirov dikare pirsgerekan nas û çareser bike."
Xwendina jinan girîng e
Weqfa Jina Azad a Rojava di daxuyaniya xwe de bal kişan ser pêwîstiya xwandinê û wiha got: "Dema mirov zimanê dayikê xwe dixîne, bêhtir dikare xwe bîne ziman û dikare di hemû karan de hîn xurtir û serkeftî be."
Di daxuyaniyê de ji bo pêşengtiya xwandinê bang li hemû jinan jî hate kirin û wiha hate gotin: "Di vê şoreşê de ji milê leşkerî ve jinê bi roleke girîng rabû. Ji aliyê pêsxistina civakê ve jin, bi roleke xurt rabû. Niha ji bona erkên jinê di dema pêş de pêwîstî bi xwendinê heye. Ji bo vê yekê em bang hemû jin û keçan dikin ku ji xwendina hez bikin û xwedî lê derkevin. Jin dikare xwendin û azadîbûyîna xwe jî pêş bixîne bi riya xwendinê."
Weqfa Jina Azad a Rojava di daxuyaniyê de hatê gotin ku pêwistiya wan bi pirtûkên bi zimanê Kurdî, Suriyanî, Ermenî, Erebî û Îngilizî heyê û bangawaziya alîkariya pirtûkan kir.
ANHA/QAMIŞLO