
Jinên Êzîdî bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li çiyayê Şengalê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan jî banga xurtkirina têkoşînê li tevahiya jinan kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Çiyayê Şnegalê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. TAJÊ diyar kir ku ev 19 sal in tecrîteke taybet a girankirî li dijî Ocalan tê tetbîqkirin û diyar kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Komîsyona Ewrûpayê (CPT) heta niha ti daxuyanî derbarê rewşa Ocalan de nedaye û ev jî dide nîşan ku CPT ne serbixwe ye û li gorî berjewendiyên desthilatdaran tevdigire.
Rêxistina jinan bi saya Ocalan e
TAJÊ da xuyakirin ku yekane rêya, afirandina jiyaneke azad û aram, fikir û nihêrînên Ocalan in û got, “Eger em îro li vir li hev kom bûne, bûne xwedî rêxistin, vîn û hêz, ev yek bi saya fikr, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî, weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), em ê heta dawiyê xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde bikin. Ya ku me ber bi heqîqetê ve dibe, ev fikr e. Bi me jinên Êzîdî tenê mabe, em ê heta dawiyê bibin şopdar û parazvanê vê fikr û bîrdoziyê.” TAJÊ di dawiya daxuyaniya xwe de dubare bang li jinan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan têkoşînê xurt bikin û bibin xwedî helwêst.
ROJNEWS / ŞENGAL