Li ser daxwaza koçberên di kampa Dêrazorê ya navçeya Eyn Îsa de rêxistina UNICEF´ê bi hevkariya rêxistina Solidarity, dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyona di hundirê kampê de kir.

Yek ji pirsgirêkên sereke yên koçberên di kampên herêmê de pirsgirêka kanalîzasyonê ye û belavbûna ava qirêj li hemû aliyên kampê ye, di encamê de gelek nexweşiyên cuda derdikevin, nexasim di nava zarokan de.

Kampa Dêrazorê ya li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî yek ji van kampan e ku rastî pirsgirêka kanalîzasyonê hatiye. Li ser banga koçberan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, rêxistina UNICEF´ê bi hevkariya rêxistina Solidarity dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyona di hundirê kampê de kir.

Di projeyê de nêzî 140 xebatkar hatine erkdarkirin. Li aliyekî din rêveberiya kampê hewl dide pirsgirêkê bi temamî çareser bike û rêyeke taybet ji panzêrên avê re çêke. Her wiha ji bo zemîna kampê bi kevirên hûr rast bike, xebatên xwe dimeşîne. 


ANHA / EYN ÎSA