Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wê di 7’ê hezîranê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamenteriyê werin lidarxistin û wiha hate gotin: “Wê encamên van hilbijartinan pêngava aştiyê, nirxên demoksariyê û mafê jiyana hevbeş ji gelan re destnîşan bikin. Dem hatiye ku gel ji bo yekîtiya çarenûsa xwe û jiyana bi ewle, pişta hev bigirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bang li gelên Tirkiyê û Kurdistanê, her wiha hemû hezkerên demoqrasî û azadiyê hate kirin ku di vê hilbijartinê de piştgiriya HDP’ê bikin wiha hate domandin: “Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hêviya jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan dike. Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava sekeftinê ji HDP’ê re dixwazin. Serkeftina wê serkeftina gelên Tirkiyê, serkeftina gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê ye. Her wiha piştgiriya Rojava ye.” n HESEKÊ