
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Kurdistanê bû. Karayilan hovîtiya dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava û mijarên di rojevê de ne, nirxand. Karayilan got, "Çapemenî qala dorpêçiya 11 rojan a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dike. Her wiha behsa hin şehîdên şoreşê dike. Der barê vê mijarê de me agahiyeke taybet û zelal bi dest nexistine. Lê belê niha li wê derê zilmeke mezin heye. Ev 11 roj in li gundê Xerabê dor li gelê me hatiye girtin. Nayê zanîn bê heta niha çend kes hatine kuştin, çend kes hatine girtin. Gund bi temamî dîl hatiye girtin. Mirov li nava malên xwe hatine hepskirin. Nahêlin gundî êm bidin heywanên xwe jî. Ew heywan ji nêza dimirin. Xeterî li ser jiyana van mirovan heye. Nayê zanîn bê çend kes kuştine, çiqas zerar dane. Ya ku tê zanîn ew e; li meydana gund îşkence li mirovan kirine û hin şehadet hene. Yanî li wê derê, di vê sedsalê de hovîtiyeke gelekî mezin heye. Rewş mîna Cizîra duyemîn e.
'Bêdengiya gel ne ya qebûlkirinê ye‘
Eşkere û li pêş çavan e; dewleta Tirk li gorî xwe ceza li gelê me dibire. Mîna li Roboskî dixwaze gelê me ceza bike. Di vê rewşê de, gelê me lazim e mîna li Roboskî xwedî li Xerabê jî derkeve. Zelal e, dewlet ji vî gundê ku ji berê ve xwedî li nasnameya xwe derdikeve, hez nake. Dorê lê digire, malan dişewitîne, xera dike; li mirovên gund dixe û digire. Ne diyar e bê çend kes kuştine. Lê belê bêdengiyeke bi vî rengî bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye.
Tifaqa AKP-MHP'ê li ser dijberiya li Kurdan û faşîzma li ser Kurdistanê dimeşe. Li ser vê bingehê dixwaze dîktatoriya xwe ava bike. Ji ber vê yekê, divê her Kurd li ber vê rabe. Bêguman ev wezîfeya her kesî ye. Gelê Tirk û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' lazim e li pêşberî vê zilmê bêdeng nemîne. Bêdengî hevkarî ye. Pêwîste her kes bi vê zanibe. Ez bawerim wê gelê me ji niha û pê ve hê bêhtir xwedî lê derkeve. Ji ber ku tê dîtin hem li hundir hem jî li derveyî welat pêngava xwedîderketinê der bûye. Bêguman divê mirovên me yên li Ewropayê li vê zilmê temaşe neke û bêdeng nemîne. Pêwîste her tiştên li gundên Kurdistanê diqewimin ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Weke Kurd lazim e em xwedî li hev derkevin. Serdema em tê de ne, serdemeke bi vî rengî ye."
Sedema êrişên li dij Başûr
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bibîr xist, ku di nava 3 rojên dawî de êrîşên bi balafirên şer ên mêtîngeriya Tirk ên li dijî qadên gerîla zêde bûne û got, "Êrîşên berfireh tên kirin. Sedema van êrîşan ew e; plana zivistanê ya dewleta AKP-MHP'ê ku li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xist meriyetê, bi ser neket.
Hem li Bakurê Kurdistanê têk çûn, hem jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têk çûn. Naxwazin ev têkçûna wan bê dîtin û bikeve rojeva Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiye di pêvajoya referandûmê de ye. Jİ ber vê yekê radibe rûdinê dibêje 'Ez serketî me, min lê da, ez digirim, ez encamê digirim, ez xeteriyên li pêşiya Tirkiyeyê tine dikim'. Xeteriyên li ser Tirkiyeyê dinepixîne û tiştên ku nîne jî weke ku hene nîşan didin. Tu yê bêjî qey 'em ê Başûrê Kurdistanê bi dest bixin, Rojavayê Kurdistanê bigihînin deryayê', nizanim li nava Tirkiyeyê çi bikin, derewan dixin rojevê.“
'Gerîla ji cenga mezin re amade ye’
Karayilan destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo xwe serkeftî bide nîşandan dikare bikeve nava hewldan û êrişên nû û wiha berdewam kir: “Hewl didin civaka Tirkiyeyê bixapînin. Û pêwîstiyê bi gavek li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin. Niha ji hewayê êrîş dikin. Dibe ku sibe tiştekî din bikin. Ji ber ku pêwîstiya xwe bi tiştên bi vî rengî heye. Ji bo vê jî êrîşan dikin. Lê belê, bêguman amadekariyên gerîla li vê qadê hene. Em bawerin, cenga me ya herî mezin jî wê li vê qadê pêk were. Plan û hesabên wan dibe ku hebin; lê belê plan û hesabên gerîla jî li dijî wan hene."
'Ev destpêka şerekî mezin e’
Karayilan destnîşan kir, ku ev yek destpêka şerekî mezin e û wiha dewam kir: "Li van herêman, şerê navbera me û mêtîngeriya Tirk wê mezintir bibe û ev şer wê bibe şerekî girîng û stratejîk. Dixwazim di vir de vê destnîşan bikim; divê ti kes bi dewleta Tirk nexape, ti kes nebe çeteyê dewleta Tirk, nebe dedektorê dewleta Tirk û nede pêşiya wan. Divê ti kes ewladên Kurdan di oxira berjewendiyên xwe yên qirêj de ji bo mêtîngeriya Tirk bi kar nînin. Ez careke din bang li cerdevanan, sercerdevnan û eşîran dikim: Dewleta Tirk niha li pêşberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê qels bûye. Têk diçe. Ji ber vê yekê mîna gurên har êrîşî hemû nirxên Kurdan dike. Êrîşî rûmeta Kurdan dike. Cerdevan be an jî ne cerdevan be, divê ti Kurdek ji vê dewleta zalim û bêwijdan re nebe alîkar. Alîkarî tê wateya dijberiya ol, dijberiya neteweyê, dijberiya mirovahiyê. Ti kesê xwedî ol, wijdan û baweriyê, lazim e bi vê dewleta hov re nebe yek; ji bo pere rûmet, şeref û heysiyeta xwe nefiroşe."
NAVENDA NÛÇEYAN