Di daxuyaniya li ser navê Koordînasyona KCD-E de ji bo meş û mîtînga "Em piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê-Qedexeya PKK'ê rakin" a ji aliyê TATORT Kurdistan ve tê organîzekirin û ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl û şexsiyetan piştgiriyê dibîne, bang li gelên Anatolî û Mezopotamyayê yên li Ewropayê dijîn, dost, demokrat, şoreşger, kom û kesên humanîter ên Ewropî hat kirin ku di 16'ê Mijdarê de li Berlînê li hev kom bibin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi wergirtina biryara qedexeyê re dewleta Tirk zêdeyî 4 hezar gundên Kurdan şewitand û vala kir, bi hezaran siyasetmedar, demokrat, rewşenbîr, hunermend û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd ji aliyê hêzên taybet ên Tirk hatin qetilkirin, bi hezaran li girtîgehan hatin bicihkirin, bi dehhezaran Kurd jî neçar man koçî metropolên Tirkiyê û di serî de Almanya koçî welatên Ewropayê bikin û wiha hat gotin; "Zext û êrîşên li hemberî hewldan û daxwazên mafdar ên gelê me, di serî de li Almanya li welatên din ên Ewropayê di nava 20 salan de bênavber dewam kirine. Bi dehan saziyên Kurdan ên li ser bingeha legal xebatên çand, huner, civakî, spor, çapemenî-weşanê dimeşandin, hatin girtin, li rêveber û endamên wan cezayê giran ê pereyan hat birîn, mafên wan ên statu û welatîbûnê ji dest hat girtin, lewma pêşî li jiyana bi nasnameya xwe ya neteweyî ya Kurdan û entegrasyona bi civakên li welatên lê dijîn, hat astengkirin.
Ev biryara qedexeyê ku herî dawî bi maddeya 129b re hewl hat dayîn were xurtkirin, hînê ji roja destpêkê ve diyar bû ku hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî yên Almanyayê mor kirine û destûra bingehîn a federal binpê kiriye û bi tenê ji bo berjewendiyên teng ên siyasî û aborî yên rêveberên dewletê ve hatiye stendin."

Wateya qedexeyê ne maye

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêşketinên cîhanî û herêma Rojhilata Navîn qedexeya PKK'ê bêwate kirine û wiha hate gotin: " Eger îro li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane vîn û hewldanek dîrokî nîşan dabin, li Rojavayê Kurdistanê li dijî komên El Qaîdeyê berxwedaneke dôrkî ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê nîşan didin, hingî ti îzaha vê qedexeyê nemaye. Ji ber vê yekê eger di serî de Almanya hemû dewlet û Yekitiya Ewropa ji dil piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd divê dest ji qedexekirina PKK'ê berdin û wê  ji lîsteyê derxînin."

Em li Berlînê dengê xwe bilind bikin  

Di daxuyaniyê de ji bo hêzdayina çalakiya 16'ê Mijdarê ev bang li gelê Kurd û dostêan wan hate kirin: "Weke Kurd û dostên xwe emê nerazîbûna xwe ya li dijî biryarê û lîsteyê, careke din bi awayekî demokratîk û aştiyane bi xurtî nîşan bidin. Em bang li gelên Anatolî û Mezopotamyayê yên li Ewropayê dijîn, dost, demokrat, şoreşger, kom û kesên humanîter ên Ewropî hat kirin ku di 16'ê Mijdarê de li Berlînê li hev kom bibin."

 BERLÎN