Di civînê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevşaredara Mezin a Amedê Gultan Kişanak, endama Serokatiya Dîwan a KCD'ê Feleknas Uca, endama Meclîsa HDP'ê Fatma Kurtalan amade bûn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku di 3'yê tebaxa 2014'an de, li Şengalê bi komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin re, êrîşên giran li hemberî jinan hatin kirin û wiha got: "Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bi hezaran jinên êzidî hatin revandin, rastî îşkenceyê hatin û li bazarên koleyan hatin firotin. Jinên hatin firotin pêşkêşî gelek welatan hatin kirin û hê jî di bazaran de tên pêşkêşkirin. Yên ku van jinan li bazaran dikirin jî bi qasî yên jinan li bazaran difiroşin sûcdar in. Ev êrîşên li hemberî jinê, encama çanda destavêtinê û qirkirina civakê ye. DAIŞ bi afirandina zayendîperestî, olperestî, neteweperestî û faşîzmê re, di nava civakê de çanda destavêtinê diafirîne."
Qetilkirina Ozgecan
Irmak da zanîn ku ew jî ne tenê li dijî DAIŞ'ê, wê li dijî kes û hêzên DAIŞ'ê xwedî dikin têbikoşin û anî ziman ku pirsgirêka jinê encama çanda destavêtinê ya pênc hezar salî ye. Irmak bilêv kir ku li dijî çanda destavêtinê, bi haya ji azadiya jinê heyî re, wê azadiya xwe qezenc bikin. Irmak bal kişand li ser kuştina Ozgecan a li Mêrsînê hat qetilkirin û wiha got: "Ozgecan rastî destdirêjiye hat û piştî wê bi awayek hovane hat qetilkirin. Şêweyê qetilkirina Ozgecan û şêweyê komkujiyên DAIŞ'ê yek in."
'Emê li dijî hemû pêkanînên li dijî jinan rawestin'
Irmak bilêv kir ku li Şengalê jinên êzidî, tirkmen, suryanî, ereb ji aliyê DAIŞ'ê ve bi awayek zorî hatine revandin û qetilkirin. Irmak got ku êrîşê çeteyên DAIŞ'ê Polatforma Yekîneyên Parastina Jinê ava kirine û ev tişt got: "Ji bo ku azadiya jinan pêk were. Ji bo bidestxistina cihanek azad û bidestxistina jiyanek azad e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî hemû pêkanîn û zextên li ser jinan têbikoşin."
'Mirovahî jî pêre dimire'
Piştî axaftina Irmak, endama Serokatiya Dîwan a KCD'ê Feleknas Uca axivî û qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir û wiha got: "Ozgecan rastî destdirêjiyê hat û piştî wê bi awayek hovane hat qetilkirin. Ev yek dîsa hovîtiya li dijî jinê dide nîşan dan. Li Şengalê fermana li ser jinan hat meşandin. DAIŞ'ê hovane kuştin, tecawîzkirin û serjêkirin û jin bi kar anî. Jinên êzidî ji bo ku namûsa xwe bipareze em ê wê platformê bingeh bigirin. Li Şengalê dema çeteyên DAIŞ'ê di ser gundan de girtin. Di malbatekê de bavek ji bo keça wî nekeve destê DAIŞ'ê keça xwe kuşt piştre jî xwe kuştr. Jin dema bê kuştin wê demê mirovahî tê kuştin. Em dixwazin rexnedayîna xwe li hember jinên êş kişandî bidin. Ji ber ku em ji bo wan dereng man. Ji bo ku bêdeng nemîne divê herkes têbikoşin."
'Têkoşîn ferz e'
Piştî axaftina Uca, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî kuştina Ozgecan Arslan ku li Mêrsînê hatibû qetilkirin şermezar kir û ew tişta anî ziman:"Ji vir şûnde qetilkirina jinan wê destûr nedin çêbe wê bi hev re li dijî hemû êrîşên li ser jinan têbikoşin." Daxuyanî bi axaftinan dawî bû.
DÎHA/AMED