Ev demek dirêje ku li tevahiya bakurê Kurdistanê bi pêşengiya KURDÎ-DER, BDP û Egîtîm Senê kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe. Li aliyê din gelek saziyên sivîl û civakî çalakî li dar xistin, gel li her derê daket kolanan û daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî kir. Herî dawi KCK’ê jî daxuyaniyek da û xwest ku gelê Kurd hefteyekê dibistanên perwerdaya Tirk ên pişaftinê baykot bike û zaroken xwe neşe dibistanê. Bi heman armancê KCD’ê jî daxuyaniyek da û banga boykotê li gelê Kurd kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî û boykotkirina dibistanan a perwerdeyê ku di 16’ê îlonê de dest pê dike, li ber avahiya KCD’ê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel hevparên KCD’ê gelek nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa KCD’ê Osman Ozçelîk ve hat dayîn. Ozçelîk, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha got: “Em wekî saziyên sivîl ên civakî dibînin ku dê çerxa pişaftinê di 16’ê îlonê de careke din li ser gelê Kurd pêk bê. Em bi salan in li hemberî vê pişaftinê têdikoşin. Pişaftin sûcekî giran ê mirovahiyê ye. Em vê polîtîkaya pişaftinê şermezar dikin û qebûl nakin. Em AKP’ê û hikumetê şiyar dikîn, ger dixwazin di nava şert û mercên wekhev aştiyane de bijîn, divê şertên me qebûl bikin û di makeqanûnê de daxwazên me werin qebûlkirin. Em ji vê daxwaza xwe venagerin.”
Serokê Egîtîm Sena Amedê Kasim Bîrtek jî axaftinek kir û destnîşan kir ku ziman an axaftin bi kesekî ve girêdayî nîn e û wiha got: “Ger gelek zimanê xwe di nava civakê de bi kar neyne û pê perwerde nebe ev dibe sedema tunebûna wê civakê. Em civakên sivîl dixwazîn zimanê Kurdî di dibistanan de bibe zimanê fermî. Ger ev nebe aşitî pêk nayê.”
AMED