Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê, ji bo xizmetên li meydana sihetê, Ferhenga Têgehên Tenduristiyê derxist. Weşanên Aramê ferheng çap kir. 

Li gel hemû êrîş û zextên li ser zimanê kurdî û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, xebatên di warê zimanê Kurdî de tên birêvebirin. Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê ji bo bipêşxistina têgeh û bêjeyên tenduristiyê yên bi Kurdî, Ferhenga Tenduristiyê ya bi Kurdî û Tirkî amade kir. Ferheng ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin û li refên pritûkfiroşan cihê xwe girt. Piştî Komcivînên Tenduristiyê yên sala 2010’an biryara çapkirina vê ferhengê hat dayîn û piştî xebateke dûr û dirêj hat çapkirin. Ferheng di şexsê Nûnerê SES’ê yê Cizîrê, Azîz Yural ê ku li Cizîrê di dema berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dayî, diyarî hemû kedkarên tenduristiyê yên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî, hat kirin. 


Bi du zimanan perspektîfa  ‘tenduristiya xwezayî’ 

Ferheng li dijî bişavtinê hat çapkirin, ji ber ku warê sihetê, weke warekî ku bişaftina Kurdî herî zêde lê bi pêş ketî hatiye nirxandin. Di ferhengê de gelek têgeh, bêje û peyv ji bo warê tenduristiyê cih digirin. Ferheng hem Kurdî-Tirkî û hem jî Tirkî-Kurdî hatiye amadekirin. 

Ferheng bi perspektîfa “tenduristiya xwezayî” hatiye hûnandin û ji bo têgehên tenduristiyê di nav civaka Kurd de bên zanîn, dibe alîkar. Di pêşgotina ferhengê de tê gotin: “Xebatên me li ser esasa; lêkolîna peyv û têgehên ku di jiyana rojane de (her cûre xebatkarên tenduristiyê, beytar, lokman hekîm, cebar, kesên ku têkiliyan wan bi hemû giyawer û tenduristiyê re heye) tên bikaranîn bû. bikaranîna zaravayên heremî bi awayekî dewlemendiya ziman li ber çav hatiye girtin…” 

Pirsgirêkên têkildarî xizmetên tenduristiyê yên ku ji ber bikarneanîna zimanê dayikê dertên holê, di ferhengê de hatine rêzkirin, û banga dewlemendkirina zimanê Kurdî li warê tenduristiyê li xebatkaran û saziyan tê kirin, ji wan tê xwestin ku tevlî xebatên wan bibin. 


 AMED