Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê derbarê wefata Şemsettîn Kara (Xalê Elî) de peyama sersaxiyê weşand û ji tevahiya gelê Kurdisatnê û malbata wî e sersaxî xwest. KCK'ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Kara 30 salên dawî yên temenê xwe diyarî têkoşîna azadiyê kiriye û welatparêzekî mezin ê şoreşger e.KCK'ê destnîşankir ku Şemsettîn Kara (Xalê Elî) ne tenê bi xwe bi malbata xwe re di nava têkoşîna şoreşgerî de cih girtiye û got, "Dema têkoşiya, hem ki Tirkiye hem jî li Ewropayê li zîndanan hat ragirtin. Lê belê ti zextan serî li Xalê Elî netewandiye, bûye sedem ku hîn bêtir bi zanebûn beşdarî têkoşînê bibe." Hevserokatiya KCK'ê ragihandin ku serpêhatî û ezmûnên wî hîn bêtir wî bi PKK û Têkoşîna Azadiyê ve girêdaye û got, "Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo, hesretên Xalê Elî timî bicih aniye. Ev tevgera ku ti carî xewn û xeyalên gelê xwe neşikandiye, bûye sedem ku Xalê Elî weke fedaiyan beşdarî têkoşînê bibe. Xalê Elî yê jiyana wî bi PKK'ê re guherî, her sal hîn bi zanebûn, hîn bêtir xwedî biryar, beşdarî têkoşînê bûye. Li gel mezinbûna temenê xwe jî ranewestiyaye, wezîfeyên jê re hatine dayîn heta hilma xwe ya dawî bicih aniye." KCK'ê da xuyakirin ku bêguman dê hesretên Xalî Elî bicih werin û destnîşan kir ku hesreta Xalê Elî ya Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk dê di demeke ne dûr de bicih werin. Nenazeyê Şemsettîn Kara doh şandin Stenbolê û îro bi merasîmekê wê ji Stenbolê cenazeyê wî ji bo veşartinê bişînin gundê Kelpekor ya bi ser navçeya Gole ya Erdexanê. Şemsettîn Kara bi navê nas Xalê Elî 13´ê Kanûnê li bajarê Troîsdorf ya Almanyayê ku ji ber nexweşiyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.   


KNK: Xizmetkarê gelê Kurd bû  

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî vefata Şemsetîn Kara peyamak weşan. Di peyama KNK'ê de wiha hate gotin: " Me bi xemgînîyeke mezin mirina endamê xwe yê hêja kak Şemsettin Kara bihîst. Şemsettin Kara hem wekî endamê KNK'ê hem jî wekî welatparêzekî jîr û çalak yê bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bi salan e ku li meydana dîasporaya Ewrûpayê kar û xebata neteweyî bi aktîvî dikir. Her wisa bi salan di nav organîzasyona xêrxwaz Heyva Sor ya Kurdistanê da xizmet kir. Em wekî KNK sersaxîyê didine endamên xwe, malbata wî û hemû heval û dostên wî. KNK şirîkê xema malbata wî ye. Bila serê malbat û kes û karên wî sax be. 

ANF/BEHDÎNAN