
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyameke sersaxiyê weşand.
KCK’ê sersaxî ji malbat, dost û hevalên wî, civata çapemeniya azad û alternatî û tevahiya gelê Kurd re xwest.
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye: “Mehmûd Onder bi rastî jî pê bawer dikir, ku xeta têkoşînê ya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê Kurdistanê bike welatekî azad û serbixwe. Ji ber vê yekê, hedefa nefesa dawî dilê wî bi têkoşîna azadiyê re lê daye. Têkoşîna wî ji bo jiyana azad û yekîtiya Kurdan bû, ku ev yek xewna Ehmedê Xanî bû.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em soz didin, ku em ê têkoşîna Kurdistana azad bi ser bixînin, ku ev yek hesreta Mehmûd Onder û hemû welatparêzên demokrat e. Xweş razê Mamoste Mehmûd; Kurdistana azad û yekîtiya Kurdan, ku hesreta te ye, wê pêk were!”
Wê li Kopenhagen bê definkirin
Ji bo Mehmûd Onder li Kopenhagenê serdanên sersaxiyê tên kirin. Her wiha wê merasîmeke girseyî ya cenaze sibe bê lidarxistin.
Ji bo Onder li paytexta Danîmarka Kopenhagenê serdana sersaxiyê tên kirin. Serdana sersaxiyê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kopenhagenê, malbat û dostê wan ve tên qebûl kirin.
Daxwaza Onder ew bû ku li Amedê were veşartin. Lê belê ji ber şert û mercên giran ên mêtîngerî û dagirkeriyê wesyet kir, ku li Kopenhagenê bê veşartin. Roja Înê saet 12:00’an de li salona ‘Başak Saray’ê wê merasîmek girseyî were lidarxistin. Di merasîmê de malbata Onder, hevrêyên wî yên tekoşînê, hevkarên wî, nûnerên saziyên Kurdan û siyasetmedarên Kurd wê tevlî merasîmê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN