Li Silêmaniyê kelûpelên hinek hunermendên wefat kirî yên şanoyê û dramayê li cihekî fena muzexaneyê tên parastin. Ji ber ku cihekî biçûk e, hunermend jî bi gazin in.

Di sala 2014’an de hinek aktor û şanogerên Silêmaniyê di nava avahiya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê de muzexaneyek ji bo parastina kelûpelên hunermendên şano, drama û filman ên wefat kirî, vekirin. Heta niha kelûpelên 15 humermendan lê tên parastin.

Muzexane ji çend camxaneyên biçûk pêk tê. Di nava wan camxaneyan de kelûpelên hurmend Salih Ferec (Saleh Balaberz), Cîhad Dilpak, Hacî Mekî, Hisên Mîsirî, Ehem Meqsûd û hinek hunermendên din tên parastin. Di her camxaneyekê de kelûpelên taybet ên hunermendekê/î hene. Wêneyê wan, jiyan û karê wan ê hunerî hatiye vegotin.

Damezînerên muzexaneyê diyar kirin ku ji ber ku hewldan sînordar in, nekarîne muzexaneyeke berfireh ji bo parastina kelûpelên hemû hunermendên din ên Silêmaniyê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê vekin. Şanoger Beyan Zerîfe eşkere kir ku tenê karîne li Silêmaniyê vê hewldanê bikin, ji ber ku bi hêsanî destê wan nagihe cihên din. Ew wekî didin dide zanîn ku cih ne guncaw e û zivistanan av jî dikeve hundirê wê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ